Rojnameger Çelebî hat berdan 2019-07-10 12:52:14 STENBOL - Edîtorê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya hatibû girtin Mehmet Alî Çelebî hat berdan.    Edîtorê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku bi KHK'ê hat girtin û dest danîn ser mal û milkê wê Mehmet Alî Çelebî hat berdan. Çelebî ku roja înê sewqî Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvrî kirin, şevê din ji girtîgehê hat berdan. Çelebû di 25'ê Gulanê de li 23’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatibû darizandin û rastî 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatibû.    Çelebî, ji doza Rojnameya Ozgur Gundemê jî salek û 6 meh ceza xwaribû. Çelebî şevê din hat berdan.