Yavaş 25 roj in bersîvê nade malbatên zarokên wan li GAR'ê hatin kuştin 2019-07-10 12:36:25 ENQERE - Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş, 25 rojin bersîva randevûyê nade malbatên ku zarokên wan di komkujiya li GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan. Seroka Komeleya 10 Ekîmê Mehtep Sakîncî Coşgun, diyar kir ku wan randevî xwsestine û ger ku bersiv negirin wê bîrdariya xwe bi xwe çêkin.    Rêveberiya Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya Malbatên di 10'ê Cotmehê de xizmên xwe winda kirin (10 Ekim-Der) ya piştî 103 kesên di komkujiya Mîtînga Enqereyê ya Aştî û Demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, 25 roj berê randevû ji Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê xwesin. Lê 25 roj derbas bû, hêj Şaredarê Enqereyê Mansur Yavaş bersîv nedaye rayedarên Komeleyê. Di meha 45’an a Komkujiyê de malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û Rêveberên Komeleyê li gel nûnerên hêzên demokrasiyê li GAR'a Enqereyê ku komkujî lê pêk hat, civîyan û saet di 10.04’an de 103 kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.  Ji malbatan Bavê Dîcle Delî ya 17 salî Faîk Delî axivî û wiha got: "Em bang li rayedaran dikin. Ne tenê li qada bîrdari lê hat avakirin li qadek pir mezin komkujî pêk hat. Divê ev qat ji nûve bê rastkirin. Divê berî her tiştî ev der ji maşîneyan re bê girtin. Wekî ku her maşîne van cenazeyan bieciqîne û derbas bibe. Her maşîneyek derbas dibe em wê hesta xemgîn û bi êş dijîn. Divê ev qad bê parastin û tedbîr bên girtin."      Seroka Komeleya 10 Ekîmê Mehtep Sakîncî Coşgun, li vir dîsa daxwazên xwe anî ziman û wiha got: "Di ser komkujiyê re 45 meh derbas bûn. Lê hêj ev şaşî nehatiye rastkirin. Hêj daxwaza bîrdariyê nebersivandine. Em bîrdariyek sembolîk dixwazin. Ji roja Şaredarê Enqereyê hatiye ser kar heta niha der barê bîrdariyê de tu gotin negotiye. 25 roj derbas bûn hêj bersîv nedane randevûya me. Em dixwazin bersîv bide. Ger ku bersîve nede emê bi xwe bîrdariyê ava bikin."