GDA'yê giliyê SETAê kir 2019-07-10 11:28:57 STENBOL - GDA, piştî SEDA der barê rojnamegeran de rapor amade kir, li dijî SETA'yê serlêdana sûc kir. GDA anî ziman ku nerîn, sazî û bawiya wan çi dibe biba bibe divê her dem aliyê rastiyan bin û wê rêya li aliyê rastiyê bidomînin.    Tora Piştevaniya Rojnamegeran (GDA), têkildarî rapora SETA ya der barê rojnamegeran û saziyên çapemeniyê de li dijî SETA serlêdana sûc kir. Endamên GDA û parêzerên wê li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî dan û piştre der barê SETA de serlêdana sûc kirin. Li ser navê GDA Rojnameger Rifat Dogan axivî û wiha got: "Ev rapor li dijî azadiya raman û azadiya îfadekirina rojnamegeran e. Bi armanca ji azadiya raman û îfadeyê mahrum bike hatiye amadekirin. Ev rapor wê wekî rûpela reş derbasî dirokê bibe. Êrîşa li dijî huriyeta rojnamegeran e. Di raporê de 143 kes raste rast hedef hatine nîşandan. Em der barê SETA ya ev rapor amade kiriye serlêdana sûc dikin. Ev belgeya deqkirinê ye. Bi vê belgeyê azadiya çapemeniya li Tirkiye carek din daniye holê. Serokê sazumankariya SETA'yê Berdevke Serokomar Îbrahîm Kalin e.  Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun, beriya bê ser kar  Koordînatorê Giştî yê Stenbolê yê SETA'yê û û Cîgirê Koordînatorê Giştî yê SETA bû. Endamê SAziya Polîtîkayên Derve û Ewlehiya Serokomariyê Burhanettin Duran, niha Koordînatorê Giştî yê SETA ye. Em dibînin ku belgeya deqkirin û reşkirinê ji aliyê rayedarên dewletê yên herî jor ve hatiye amadekirin. Ev 'andiç' e. Bi vê yekê xwestine rojnamegeran çavtirsandî bikin. "    Dogan, destnîşan kir ku di cîhanê de herî zêde li Tirkiye rojnameger girtî ne û wiha got. Ev Vakif bi îktîdara Tirkiye re hevkariyê dike. Em ê di rojnamegeriyê de israr bikin. Em îlan dikin ku henîha me ya cîhanê, fikr û baweriya me çi dibe bila bibe emê der dem aliyê rastiyê bin û emê nivîsandina rastiyan berdewam bikin."    Piştre endamên torê û parêzeran li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc kirin.