‘Tawana cam bedewiya Kela Behlul Paşa xera kir' 2017-11-22 09:46:41 AGIRÎ – Li Bazîdê di restorasyona Kela Behlul Paşa de, tawana cam hat bikaranîn. Serdêr ji vê yekê nerazî ne û bertek nîşan didin. Serdêran diyar kirin ku ev tawana cam rewnaqiya kelê kuştiye û bedewiya wê xera kiriye.   Yek ji sembolên herî girîng ê Bazîda Agiriyê jî Kela Behlûl Paşa ya dîrokî ye. Ji ber restorasyona wê nebaş hatiye kirin, serdêrên kelê bertek nîşan didin. Di sala 2010’an de ji bo restorasyona kelê Wezareta Çand û Turîzmê 8 milyon û 100 hezar lire xerc kir. Lê belê, di dema restorasyonê de ji bo jora qesrê tawana camî hat bikaranîn. Rayedaran jî îdia kiribû ku ji bo berhemên dîrokî yên qesrê bên parastin, tawana camî hatiye bikaranîn. Lê belê, kesê serdana kelê dikin bertek nîşanî restorasyona hatiye kirin didin.    ‘BILA JI NÛ VE BÊ RESTOREKIRIN’    Mehmet Raûf Oncu ku ji bo serdana Kela Behlul Paşa ji Amedê hat Bazîdê, anî ziman ku cam qet li kelê nehatine û diviya di restorasyonê de kevirên ên wek kelê bihatanan bikaranîn. Oncu, got ku ji bo serdana kelê ew ji Amedê hatiye, lê dîmena heyî neecibandiye û wiha got: “Halê wê yê berê çêtir bû. Keleh pir xweşik e, lê belê ev cam rewnaqiya wê kuştine. Heke rayedar kelê veguherînin halê wê yê berê, wê baştir be.”    Ji serdêran Sermet Buyukguney jî, anî ziman ku ji bo serdana kelê ew ji Stenbolê hatiye û wiha got: “Ji bo berbatkirina dîmen û berhemeke dîrokî encax gaveke wisa bê avêtin! Hêvîdar im hay ji şaşiya xwe hene. Bawerim di demeke herî kurt de sererast bikin. Heke bê sererastkirin wê kele xwezayiya xwe winda neke. Bila rayedar van caman rakin û kelê veguherînin halê wê yê berê. Ev dîmen ji bo avahiyeke dîrokî tiştekî pir sosret e.”    PEYWIRDAR: RESTORASYON DI ROJEVÊ DE YE    Peywirdarên kelê jî diyar kirin ku dema serdêr vê rewşê dibînin şaş dibin û giliyê xwe dikin. Peywirdaran got ku her roj ji bo vê rewşê gazindên xwe dikin û jinûve restorekirina kelê di rojevê de ye.    MA / Mahmut Ruvanas