Evîna 40 salan: Kevok 2017-11-22 09:33:11 ERZIROM - Samî Cînislî li Erziromê di malên dîrokî de 40 salan kevon xwedî dike. Cinislî, diyar kir ku xwedîkirina kevokan evînek e û wiha got: "Bi salane ez kevokan xwedî dikim wekî evînekê ye. Nikarim dest jê berdim."  Li Erziromê Samî Cînîslî yê 50 salî di malên dîrokî yên Erziromê û medreseya dumînare de bi salan e kevokan xwedî dike. Cînîsli, di du odeyên xaniyê dîrokî de bi dehan kevok xwedî dike. Cînîslî, têkildarî xwedîkirina kevokan û hezkirina karê xwe ji ajanma mezotopamya re axivî. Cînîslî, destnîşan kir ku cemaeta kevokan xwedî dike ji wîre dibêjin “Kebapçı Sami” û wiha got: "Ez nêzî 40 salin kevokan xwedî dikim. Tu berjewendî û sûda min a maddî tune. Ez vê yekê wekî hezkirin û evînekê dikim. Bi salan e kevokan xwedî dikim û nikarim berdim. Xwedîkirina kevokan ji bo min wekî mezinkirina zarokan e. Hesta xwedîkirina wan nayê gotin. Ked, hezkirin sebr û dîsîplînekê dixwaze."     ÎRO XWEDÎKIRINA KEVOKAN JI BO BERJEWENDIYA ABORÎ YE   Cinislî, destnîşan kir ku, li vir xwedîkirina kevokan wekî hezkirin û evînekê ye û wiha got: "Li vir her kes wekî hezkirinekê dike. Xwedîkirina kevokan min aram dike. Aramî û azadiyê dide min. Dema mirov kevokan difirîne diçin, lê dîsa tên. Tişta li dijî stresê ya herî baş xwedîkirina kevokan e. Lê di demsala zivistanê de xwedîkirina kevokan zahmet e. Rojê 1-2 saetan bi wan eleqeder dibim. Pêdiviya kevokan bi rêk û pêk ji xwedîkirin û nerînê heye. Divê her dem mirov wan baş xwedî bike. Ez vê yekê bi dildarî û arami dikim. Min ji dil û can ji wan hez kiriye. Ez bûme evîndarê wan.    MA / Mujdat Can