Ocalan: Ger deriyê Îmraliyê vebe dê hemû kes rehet bibin 2017-11-22 09:29:08 RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû hevdîtinê, diyar kir ku ji Îmraliyê agahî negirtin mijara fikarê ye û wiha got: “Ger deriyê Îmraliyê vebe dê hemû kes rehet bibe.”  Ji bo parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrhema 2011’an, heyeta Îmraliyê ji 5’ê Nîsana 2015 û malbata Ocalan jî ji 11’ê Îlona 2016’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “xerabûna keştiyê”, “tamîra keştiyê” û “OHAL’ê” destûra hevdîtinê nayê dayîn. Herî dawî parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 706’emîn serî li serdozgeriyê da, lê ev daxwaza wan jî bi hinceta “OHAL’ê” hat redkirin.     Serlêdanên malbatê jî, li gorî hêjmara 5275 a Qanûna Înfazê ya Cezayî, bi hinceta “Mafê girtiyan bi sînor kirin” di cih de nehat dîtin, hatin redkirin. Herî dawî li ser çalakiya greva birçîbûnê ya siyasetmedarên kurd, di 11’ê Îlona 2016’an de Mehmet Ocalan çûbû hevdîtina Ocalan. Mehmet Ocalan têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ji Îmraliyê agahî negirtin bi gumane.”     'MAFÊ ME YÊ QANÛN TÊ ÎHLALKIRIN'   Mehmet Ocalan, anî ziman ku ji 11’ê Tîrmehê û vir ve li Îmraliyê çi diweqime nizanin û agahî nakirin. Ocalan, da zanîn ku ew bi parêzeran re dinava têkiliyê de ne, lê serlêdanên wan jî tim tên red kirin û wiha pê deçû: “Tabloya li Tirkiyeyê pir bi êşe. Qala demokrasiyê  dikin, lê demokrasî tuneye. Ez pirs ji parlamenterên di Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê de dixebitin dikim, ger ev der welatek demokrat û laîke, wê demê çima mafên me yên demokratîk û qanûnî tên binpêkirin? Em li vê derê qala siyasetê nakin, em qala daxwên xwe yên mirovî dikin.”    'PÊŞEROJ TARIYE'   Ocalan, dest nîşan kir ku tecrît tenê zirarê nade gelê kurd, dide hemû Rojhilata Navîn û wiha domand: “Di vê merheleyê de ger deriyê Îmraliyê girtî be, girtina wê bidome, wê demê pêşerojek tarî li benda me ye. Dê hemû kes ji vê bandor bibin. Ger pirsgirêka kurd bi awayekê demokratîk çareser nebe, dê kurd, tirk, erep û hemû gelên Rojhilata Navîn zirarê bibîn in. Tecrîta li ser Ocalan ket sala 19’emîn. Malbata 3 girtiyên din jî nikarin biçin hevdîtinê. Ramanên Ocalan hepsê girtîgehê kirin, faydeyê nade tu kesê. Berevajî vê yekê welat ber bi şer ve dibe.”    'RONAKBÎR, NIVÎSKAR Û HEMÛ KES BERPIRSE'   Mehmet Ocalan, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesên demokratîk, ronakbîr kir û wiha got: “Ocalan navgîniya gelan e. Mafê tu kesê tuneye ku vê navgîniyê xera bikin. Ez bang li siyasetmedarên Kurdistan û Tirkiyeyê dikim. Ji ber ku em tiştek nakir, ez jî xwe sûcdar dibîn in, tu pêşketin çênabin. Ev faydeyê nade kesekê. Ronakbîr, nivîskar û hemû kesên li Tirkiyeyê siyasî dikin berpirsê vê yekê ne. Pirsgirêk ne pirsgirêka Abdullah Ocalan e, pirsgirkêka gelan e. Divê demildest her kes destê xwe dane ser wijdana xwe û deriye Îmraliyê vekin. Ger em dixwazin ev xwîn raweste wê demê divê deriyê Îmraliyê vebe û Ocalan azad bibe. Wê demê dê cîhan xera nebe û hemû kes rehet be.”          MA / Arjîn Dîlek Oncel