Li Colemêrgê di 2 salan de 132 nexweşên penceşêrê zêde bûn 2017-11-22 09:21:11 COLEMÊRG – Li Colemêrgê ji ber hewa qirêj her sal nexweşîna penceşêrê zêde dibe. Di sala 2015’an de 265 nexweşên penceşêrê hebûn. Di sala 2016’an de ev hejmara nexweşên penceşêrê derket 346’an û di 10 mehên 2017’an de ev hejmar derket 397 kesan.  Di sibata 2017’an de li gorî rapora ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hat weşandin de Colemêrg ji 5 bajarên li Ewropa yek ji bajarê herî zêde hewa wê qirêj e. Qedexekirina zozanan, gund û çolê li ser jiyana mirovan a xwezayî bandorê dike. Yek ji van bajaran jî ya ku herî lê qedexe zêde ye. Ev qedexe mirova neçar dike ku li bajar bijîn. Bikaranîna komira bêqalîte ya li bajaran di hejmara nexweşîna penceşêrê de jî zêdehiyê derdixe holê. Di sala 2015’an de 265 nexweşên penceşêrê hebûn. Di sala 2016’an de ev hejmara nexweşên penceşêrê derket 346’an û di 10 mehên 2017’an de ev hejmar derket 397 kesan.   Pispor zêdebûna nexweşîna penceşêrê girê didin qirêjiya hewayê û faktorên hawîrdorê.    'PENCEŞÊR HER ROJA DIÇE ZÊDE DIBE’    Pispor diyar dikin ku ji ber qedexeya zozanan û gundan mirovên li bajaran bi cih bûn fêrî jiyanek “teral” dibin û ji ber vê sedemê jî nexweşîn zêde dibe. Pisporek li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê peywîrê dike wiha got: “Berê li gund û zozanan jiyanek bi liv û tevger hebû. Dîsa zexîreyên xwezayî zeha dikin. Lê niha ev rewş nema. Ji ber vê yekê beşek mezin a tengezariya ji vê rewşê peyda dibe û derdikeve holê.” Pispor destnîşan kir ku her roja diçe li Colemêrgê nexweşîna penceşêrê zêde dibe û wiha got: “Gelê Colemêrgê bi salan di nav jiyanek bi tenduristî de jiyan kiriye. Lê niha hema bêje di tenduristiya hemû kesî de nexweşîn peyda dibe. Bi taybetî jî di nexweşîna penceşêrê de rewşek cidî derdikeve holê.”    ‘FAKORÊN HAWÎRDORÊ NEXWEŞÎNAN ZÊDE KIR’    Nûnerê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Bijîşk Abdulmutalîp Karaaslanli diyar kir ku di salên dawî de di nexweşîna penceşêrê de zêdebûn heye û gelek sedemê vê yekê hene. Karaaslanli got ku di nexweşîna penceşêrê de gelek faktorên hawîrdorê yên girîng hene. Karaaslanli anî ziman ku stres jî li ser nexweşînan bandorê dike got: “Welatî li gund û warên xwe bajaran bi azadî digeriyan. Lê niha li bajaran bicih bûne. Di bajaran de tengezarbûne. Elbet ji ber vê yekê jî li ser rewşa wan derûnî jî bandorê dike. Ev tengezarî jî rê li ber nexweşînan vedike.”    'DIVÊ BAJAR JI KOMIRA BÊQALÎTE RIZGAR BIBE’    Midûrê Bajarvanî û Hawîrdorê yê Colemêrgê Edîp Alan jî destnîşan kir ku li Colemêrgê mirov ji ber hewa qirêj bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne û got: “Sedemê vê yekê yên sereke ji ber toz û bikaranîna komira bêqalîte ye. Divê ku bi lezgînî anîna komira bêqalîte bê astengkirin û bajar ji vê hewayê bê rizgarkirin.”    MA / Hamza Gunduz