ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-22 09:00:42 * Jinên di karên narenciyê de dixebitin, aşkera kirin ku li malê zextên mêr, li zeviyê jî zexta çawûşan li ser wan heye. Jinan destnîşan kir ku ew 12 saetan dixebitin, yomiya wan kêm û heqdestiya wan tê xwarin. *Li Colemêrgê ji ber hewa qirêj her sal nexweşîna penceşêrê zêde dibe. Di sala 2015’an de 265 nexweşên penceşêrê hebûn. Di sala 2016’an de ev hejmara nexweşên penceşêrê derket 346’an û di 10 mehên 2017’an de ev hejmar derket 397 kesan.    * Hevseroka Kontona Cizîrê Hîva Erebo destnîşan kir ku rola jinê ya li Rojava rêyek nû dide pêşiya civakê û wiha got: "Êdî kotaya sedî 40 rabû, li cihê wê temsîlyeta wekhev hat. Jin nahêle mêr hişmendiya xwe li ser wan ferz bikin."   * Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû hevdîtinê, diyar kir ku ji Îmraliyê agahî negirtin mijara fikarê ye û wiha got: “Ger deriyê Îmraliyê vebe dê hemû kes rehet bibe.”    * Li Wanê Gulîstan Bîlgîç û Murat Saglik bi navê “Pîgment” atolyeya wêneyan vekir. Her du hevalên hev dixwazin di dema pêş de gelek beşên hunerê li atolyeya xwe zêde bikin.    * Samî Cînislî li Erziromê di malên dîrokî de 40 salan kevon xwedî dike. Cinislî, diyar kir ku xwedîkirina kevokan evînek e û wiha got: "Bi salane ez kevokan xwedî dikim wekî evînekê ye. Nikarim dest jê berdim."    * Lêpirsîna der barê mirina Dayika Taybet ku di dema qedexeya derketina derve de li Silopiyayê 7 rojan cenazeyê wê li nêv kuçeyê ma didome. Muduriyeta Polîsan a Navçeyê, di nîvîsa ku ji dozgeriyê re şand de derpêş kir ku piştî 6 rojan şûnde ew hay ji bûyerê çê bûne.    Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen balê kişand ser nîqaşên der barê bendava hilbijartinê, tifaqa fermî, Ataturkparêzî û tengasiyên politikaya derve yên Tirkiyeyê. Bîlgen got ku, li Enqereyê hin derdor hene amadekariyên piştî çûyîna Erdogan dikin.    Sahafan anî ziman ku ew ji Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê ya îsal memnûn in û wiha gotin: “Cihwarên wek tirên, gar, keştîgeh, behr û vapûr tam derba pêşangehên wêjeyî ne.”   * Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Erdal Aksungur, diyar kir ku doza Zarrab dozek navneteweyî ye û 3 dozyayên girîng veşartî tên girtin û di nava wan dosyayan de navê zilamên Erdogan ên xas hene.    * Hasan Y.’yê 12 salî ku li Nîzîpê nane, bexdenûz û rokayê difiroşe, anî ziman ku hem alîkariya malbata xwe dike hem jî ji bo xeyala xwe ya ji bo bijîşktiyê pêk bîne dixebite.    *Li Qerqamiş ku li sînorê Sûriyeyê ye, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê betalî zede bû, koçberî dest pê kir. Serokê CHP’ê yê Navçeyê Mehmet Polat wiha got: “Tenê Qerqamişiyan ji deriyê sînor pere qezenc dikir, ew jî dewletê ji dest wan stend.”    * Li Bazîdê di restorasyona Kela Behlul Paşa de, tawana camî hat bikaranîn. Serder ji vê yekê nerazî ne û bertek nîşan didin. Serdêr dibêjin ku ev tawana camî rewnaqiya kelê kuştiye.    * Li Amedê ciwanê bi navê M.B. diyar kir ku polîsên ji maşîneya zirxî peya bûn, ew derb kirine ji ber gefan rapor jî negirtiye. M.B. serî li qereqolê da giliyê polîsan kir, lê polîsên li qereqolê gotin ku "Ekîbeke me ya wiha tune" û ew şandin malê.   * 2'emîn rûniştina doza parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin û girtin dê li 35'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Mahîr Kiliç ê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ve ji kar hat avêtin û 11 rojin di grevê de ye, dê li ber şaredariya Îzmirê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)    * Platforma Hiqûqçiyên Azadîparêz, tê têkildarî rapora serlêdanên Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa ku ji bo Hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kirin, dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13:30)    * Mecîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'ê dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dê li avahiya HDP'ê ya Amedê fîlm bide temaşekirin û li kolana hunerê ya Amedê belavokan belav bike. (13.00/15.30)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 379'an de berdewam bike. (13.30-18-00)   * Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Îzmîrê dê li Postexaneya Karşiyaka ya Îzmirê dê ji jinan re kartan bişinin. Piştre dê çalakiya rûniştinê pêk bînin. (17.30-18-30)