Rojnameger Keleş û Aslan 8 meh şûnde hatin berdan 2017-11-21 17:37:44 WAN - Doza Rojnameger Selman Keleş û Arîf aslan ku 8 meh girtî ne, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Keleş û Aslan serbest hatin berdan.  Yekemîn rûniştina doza rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Medya û Dîcle (dîhaber) Selman Keleş û Rojnameger Arîf Aslan piştî 8 mehan girtî man li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Wanê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Keleş, Aslan û parêzerên wan Barış Oflas û Cihat Durmaz amade bûn. Di rûniştina dozê de malbatên Keleş û Aslan û gelek hevalên wî yên rojnameger doz şopandin. Gelek nûnerên ÎHD'ê yên Wanê, Hevserokê HDP'a Wanê Umît Dede jî tev li rûniştina dozê bûn. Keleş bi kurdî parastin kir.    KELEŞ: MIN WÊNEYÊ ŞAREDARIYÊ AŞKERE KIŞAND   Keleş, di parastinê de diyar kir ku wî wêneyê şaredariya ku qeyum hatiye tayînkiri ne dizî aşkere kişand û wiha got: "Min dizanibû mehek berê qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin. Dema bûyerê wênekêşa min li ser min bû. Îdiayên der barê min de ne rast in. Wekî wêneyê ku min kişandin li gelek bajarên din jî hatin kişandin. Ez îdîayên der barê xwe de qebûl nakil. Ji ber ku ez kurd im û rojnamegerekî muxalif im ez hatim girtin."    Rojnameger Aslan jî anî ziman ku bi armanca nûçeyan çêke xwest wêneyê bariyerên betonê yên li pêş şaredariyê çêke û wiha got: "Ji sala 2014'an de di çapemeniya şaredariya Rêya Armûşê de nûçegîhaniyê dikim. 8 mehin girtî me. Ez dixwazim bêm berdan. Îdîayên der barê min de ne rast in.    Parêzerê Keleş Bariş Oflas jî parastin kir. Oflas, jî anî ziman ku ger şaredariyek di nava blokên betonê de hatibe pêçan hêjaye ku nûçeya wê bê çêkirin û karê nûçegîhan jî nûçeya wê çêke û xwest muvekkilê wî bê berdan. Parêzerê Aslan Umit Dede jî anî ziman ku Aslan û Keleş rojnameger in ji ber karê xwe yê rojnaemgeriyê kirine tiştekî sûc kiribin tune ye.   Piştî Rojnameger Keleş û Aslan parastin kirin, heyeta dadgehê der barê wan de biryara berdanê da. Heyeta dadgehê piştî biryara berdanê da doz taloqî 22'ê Sibata 2018'an kir.