Delîlên birîndarkirina Yakut ji dosyayê derxistin 2019-07-04 09:14:05 MÊRDÎN - Delîlên dosyaya ku maşîna zirxî ya polîsan li Kerboranê li Suphiye Yakut xist û birîndar kir tev ji qeydan derxistin. Girtekên der barê dîmenên cihê bûyerê de ji holê rakirin. Kameraya maşîna zirxî ji qeydan derxistin. Dîsa qeydên mobese û kameraya otela li nêzî bûyerê jî i qeydan derxistin.  Li Taxa Bahçebaşi ya Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 22'ê Nîsana 2018'an de polîsan bi maşîna zirxî li Suphiye Yakut a 51 salî xistibûn û ew birîndar kiribûn. Di bûyerê de Yakut ji çîpa xwe birîndar bû û niha seqet bûye. Piştî bûyerê der barê polîs S.G. yê Yakut birîndar kiriye de bi sucdariya “Bi zanebûn birîndar kiriye" doz vekirin. Dosya dozê şandin ji Dadgeha Cezayê Asliye ya Kerboranê. Danişîna duyemîn wê di 17'ê Tîrmehê de bê dîtin. Beriya danişîna duyemîn bê dîtin gelek qeyd û delîlên cihê bûyerê ji dosyayê derxistin.    GELEK DELÎL JI DOSYAYÊ DERXISTIN   Di dosyaya dozê de berê dîmenên cihê bûyerê, yên MOBESE, Otela Apart a Kerboranê, dîmenên kamera maşîna zirxî hebûn. Lê beriya danişîna duyemîn gelek dîmenên ku delîl in ji dosyayê derxistin. Di dosyayê de ewil qeydên dîmenên Otela Apart a Kerbarên, qeydên MOBESE yê qada Bîrdariya Bariş ku 360 derece li dora xwe dizîvire û qeydên kameraya maşîna zirxî hebûn. Lê hat diyar kirin ku beriya danişîna duyemîn ev qeyd tev ji dosyayê hatine derxistin. Di danişîna ewil de heyeta dadgehê xwest ku ceyran li herêmê heye ya na DEDAŞ agahî bide. Li ser daxwaza heyeta dadgehê DEDAŞ agahî da û diyar kir ku di wê saetê de ceyran tune bû.    Berê Amîrê Buroya Venêrtina Trafîkê têkildarî dozê rapora qezayê de diyar kiribû ku polîs S.G. ê bersûc “Bi qisûra talî ye."    MA / Ahmet Kanbal