Mal û milkên Şaredariya Pirsûsê hîbeyî emniyet, miftîtî û qeymeqamiya kirin 2019-07-04 09:13:22 RIHA – Hevşaredarên HDP'î yên Şaredariya Pirsûsê ji qeyûm stendin, niha jî dane dû mal û milkên qîmeta wan bi qasî 14 hezar milyonî ye ku di dema qeyûm de dewrî emniyet, miftîtî, midûriyeta çandniyê û qeymeqamtiyê hatin kirin.    Derket holê ku Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hatibû kirin, gelek xeyrî menqûlên şaredariyê bêyî bedêl hîbe kirine. Niha hevşaredarên HDP'î ku di hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser ketin, hewl didin mal û milkên şaredariyê yên ji aliyê qeyûm tahsîsî emniyet, midûriyeta çandniyê, miftîtî û qeymeqamtiyê hatine kirin istîne.    Qeyûm, wesayîta meqamê ya şaredariyê hîbeyî emniyeta navçeyê, avahiya şaredariyê ya 385 parsêl e û 286 girav û avahiyên 37 parsêlên ji bo 25 salan hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Netewî, li Taxa Sarayaltiyê depoya hewaya sar hîbeyî Midftîtiya Navçeyê, li Taxa Yildirimê erseyeke 3 hezar metre hîbeyî Midûriyeta Çandiniy ya Navçeyê, li Taxa Sarayaltiyê cihê Bazar Genim ku 12 hezar û 500 metrekare ye hîbeyî qeymeqamtiyê kiriye.    Mal û milkên şaredariyê yên qeyûm hîbe kirine bi tevahî qîmeta wan bi qasî 14 miyon lîreyî ye.    ‘XESP E'    Hevşaredar Abdûllah Polat, diyar kir ku wan biryara meclîsa şaredariyê ya ji bo van mal û milkên şaredariyê ragihandiye saziyên eleqedar, lê belê bi tu awayî bersiv nehatiye dayîn. Polat, got: "Em ê bişopînin. Em ê bitêkoşin. Tiştên hatine kirin xespkirin e. Bi hatina qeyûm re malên gel hatiye talankirin. Em ê van mal û milkên gel dîsa ji wan bistînin û bidin gel."