Sûriyeyî êdî nikarin bi tena serê xwe li taxê bigerin: Çi biqewime dixin stuyê me 2019-07-04 09:12:34 STENBOL - Piştî li Taxa Mehmet Akîfê ya Kuçukçekmeceyê zarokek hat îstismarkirin, sûriyeyîyên li taxê hedef hatin nîşandan. Penaberên sûriyeyî diyar kirin ku çi tiştên neyînî diqewimin wekî berpirsiyar tên nîşandan û gotin, ew ji ber vê nerihet in û bi fikarin.  Di 29'ê Hezîranê de li Taxa Mehmet Akîfê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê zarokek hat îstismarkirin. Bi îdiaya sûriyeyan kiriye malên penaberên sûriyeyî yên li taxê hedef hatin nîaşndan. Hîn jî rageşiya li taxê didome û ji ber vê sûriyeyî nikarin bi tena serê xwe li taxê bigerin.    'TU ELEQEYA ME PÊ TUNE YE LÊ DÎSA JÎ ÊRÎŞÎ ME KIRIN'    Abdûrrahman Gabaş ku ji ber şerê li Sûriyeyê di sala 2011'an de ji Helebê hatiye Tirkiyeyê, got: "Me nizanibû çi qewimiye. Tu eleqeya me pê tune ye, lê dîsa jî bi sedan kes êrîşî dikana me kiin. Li vira tenê em ketine etra nanê xwe. Tu neyteke me yî em bi kesî re şer bikin tune ye. Zarokên min jî hene, tenê hewl didim wan xwedî bikim."    'ÊN ÊRÎŞ KIRIN NE JI TAXÊ BÛN'    Ammar Kakhe yê aşxaneya wî heye jî, destnîşan kir ku ên êrîşî wan kirine ne ji taxê bûne û got: "Wê rojê em dixebitîn. Me bihîst ku êrîşî dikanekê kirine. Paşê telefonek ji me re hat, gotin 'dikanên xwe bigirin.' Ji ber vê min jî dikana xwe girt. Piştî min girt qederekê şûnde nêzî 200 kes êrîşî dikan min kirin."    Îbrahîm Xelîl Husên jî, diyar kir ku li Tirkiyeyê çi diqewime dixin stuyê wan û got: "LI vira betalî heye. Dibêjin 'ji ber sûriyeyiya ye.' Li vira pozê zarokekî jî xwînî bibe 'dibêjin sûriyeyiyan kiriye.' Li welat çi biqewime dixin stuyê me. Baran jî bibare, cam jî bişikê dibêjin we kiriye. Em vê yekê qebûl nakin. Ger li welatê me şer tunebûya em nedihatin vira."    Talat Kahya ku dema li tekstîlê dixebitî êrîşî wî kirin, got: "Tim tên cem me dibêjin 'çi karê we li vira hehey, hûn ji bo çi hatine, biçin welatên xwe şer bikin.' Eger dilê me û şer hebûna jixwe em ê li wir bimana, ji ber em li dijî şer in em hatine vira. Ma em li wir bimana me yê bi kê re şer bikirana? Me yê bi birayên xwe re şer bikirana. Ji ber em vê yekê red dikin hatien vira. Em naxwazin tiştên wisa biqewimin."