16 û 8 meh ceza dan Dîlara Kunîlî 2019-07-03 11:34:34 BÛRSA - 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Dîlara Kunîlî ku bavê xwe yê tundî li dayika wê dikir kuşt, birîn.     Li navçeya Mûstafakemalpaşa ya Bûrsa, Dîlara Kunîlî bi îdîaya bavê xwe yê tundî li dayika wê dikir kuşt hat girtin û girtî dihat darizandin. Danişan biryarê  ya doza darizandina Dîlara Kunîlî li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê hat dîtin.   Dilara Kunîlî ji Girtîgeha Jinan a Yenîşehîrê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Dayik Gulçîn Kunîlî ya ne girtî dihat  darizandin beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Civakî û parêzerên du aliyan beşdarî danişînê bûn.    Dîlan Konîlî, di parastina kir de, da zanîn ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike.    DADGEHÊ 16 SAL Û 8 MEH CEZA DA DÎLARA   Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, ji ber sûcdariya “Xizmên xwe kuştin” ceza muebbeta giran da Dîlara Kunîlî. Dadgehê dûre, dibin tehrîkê de sûckirin qebûl kir û li gorî pêkanîna “Daxistina rewşa baş” cezayê muebat giran kir 16 sal û 8 meh.    Dadgehê ji bo dayika Dîlara Gulçîn Kunîlî jî, biryara beraetê da.