Leşkeran di operasyona Lîcê de 15 şikeftên dîrokê rûxandin 2019-07-03 11:09:43 AMED - Walîtiya Amedê, daxuya kirin ku leşkeran di operasyona rojhilatê navçeya Lîcê de, 15 şikeftên xwezayî rûxandin.  Li çolterên taxên Gir, Banê Dêran, Cofitnê, Hezmaz û Barmitnê yên navçeya Lîcê ya Amedê, di 30’ê Hezîranê de, bi tevlîbûna cendirme û polîtên taybet operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkeran li herêma operasyonê, cihên lêgerîn û kontrolê ava kirin. Di operasyona bi piştgiriya helîkopter û Balafirên Hewayî yên bê Mirov (ÎHA) de, leşker û polîsên taybet bi ser malan de girtin, nasnameyê 452 welatiyan di GBT’ê re derbas kirin û 96 wesayît kont kirin. Operasyona leşkerî ya li herêmê dewam kir, roja 2’yê Tîrmehê saet 22.00’yan de bi dawî bû.    WALÎ: ŞIKEFTÊN XWEZAYÎ RÛXANDIN   Walîtiya Amedê di daxuyaniya derbarê operasyonê da de, wiha got: “Bi giştî 15 şikeftên xwezayî di operasyonê de, hatin rûxandin.”