Danişîna doza Facîaya trênê ya Çorlu dest pê kir 2019-07-03 11:03:28 TEKÎRDAG - 1'emîn danişîna doza facîya Trênê ku li Navçeya Çorlu ya Tekîrdagê pêk hat û 7 jê zarok 25 kesan jiyana xwe ji dest dan, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çorluyê dest pê kir.  Di 8'ê Tîrmeha 2018'an de li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê qezaya trênê çêbûbû. Di qezayê de 7 jê zarok 25 kesan jiyana xwe ji dest dabû. 1'emîn danişîna doza kezaya trênê ku têde 25 kesan jiyana xwe ji dest dan dest pe kir. Di dainşînê de 4 kes tên darizandin. Beriya danişîn dest pê bike, xizmên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn meşiyan pêş edliyê. Malbatan di meşê de pankarta ku wêneyên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn û li ser "Em edaletê dixwazin" vekirin.