HDP: Êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadînê bi plana dewletê ye 2019-07-03 10:48:00 ENQERE - Hevberdevkê Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Aslan, êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadinê şermezar kir û anî ziman ku plana dewletê ye. Aslan, anî ziman ku wê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.    Hevberdevkê Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Aslan, têkildarî êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadinê Evren Demir û Betul Yaşar daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş şermezar kir. Aslan, di daxuyaniyê de diyar kir ku îktîdara AKP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de têk çû û wiha got: "Li şaredariyên ku HDP bi ser ketine, pekanînên dijhiqûqî pêş dikevin. Naxwazin şaredarî bi pirsgirêkên gel eleqeder bibin û xizmetê bimeşînin. Herî dawî li Navçeya Giyadînê ya Agirî polîsên girêdayî îktîdara AKP'ê li avahiya şaredariyê heddê xwe derbas kirine û êrîş kirine. Welatî Mehmet Hayri Oruç dema ket avahiya şaredariyê, di nokteya lêgerînê de polîsan li ser wî lêgerîn kirine û bi pêhnan li wî dane. Li ser vê rewşê Hevşaredarên me yên Giyadînê Evren Demir û Betul Yaşar ku ketin navberê ew jî bi heman rengî rastî êrîşa polîsan hatine. Piştî bûyerê bi sedan polîs bi copan ketine avahiya şaredaiyê û teror pêş xistine. Polîsan ji bo vê rastiya xwe ji civakê veşêrin dest danîne ser kamerayan."       BI SEDAN POLÎSÊN BERÊ AMEDE BÛN NÎŞAN DIDE KU NE TESETUFÎ YE   Aslan, anî ziman ku bi sedan polîsên berê li dora avahiya şaredariyê amade bûbûn nîşan dide ku ev bûyer ne tesadufî ye û lîstika bi plan û piştgira dewletê pêk hatiye.