Dersîmî: Projeya Çavkaniyên Mûnzûrê êrîşa li dijî nirxên pîroz e 2019-07-03 10:14:49 DERSÎM - Saziyên Baweriya Elewî yên Dersîmê bertek nişanî projeya Çavkaniyên Mûnzûrê ku li ser warê piroz ê elewiyan tê plankirin, dan. Saziyên baweriyê diyar kirin ku ev yek êrîşa li dijî warên wan ê pîroz e û vê yekê qebûl nakin.  Ajansa Rakirina Firatê li ser Çavkaniya Mûnzûrê ya li Navçeya Pilurê ya Dersîmê ku ji bo elewiyan pîroz e, bi armanca “têxin xizmeta turîzmê" projeyek plan kir. Proje ji aliyê Lijneya Herêma Vafikên Çanda Erziromê ve hat erêkirin. Waliyê Tuncelî Tuncay Sonel jî aşkere kir ku maliyeta Çavkaniya Mûnzûrê 8 milyon lîra ye. Projeya ku Ajansa Rakirina Firatê amade kir, Wezareta Bajarvanî û Derdorê jî piştgirî da. Walî Sonel parast ku wê zerarê nede derdorê. Dîsa parast ku bi Midûrê Bajarvanî, û Derdorê, Ajansa Rakirina Firatê, Baroya Dersimê û nûnerên rêxistinên civakî re parve kiriye.    SAZIYÊN BAWERIYÊN ELEWÎ: BILA PROJE BETAL BIBE    Saziyên baweriyên Elewî yên Dersimê daxuyaniya walî Sonel derewandin û xwestin proje bê dawestandin. Komeleya Elewiyên Demokratîk û Komeleya Pîr Sultan Abdal bertek nîşanî projeyê dan û xwestin bi lez bê rawestandin. Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Musa Kulu, diyar kir ku bi vê projeyê cewher û rengê warên wan ên pîroz diguherînin û vê yekê qebûl nakin. Kulu, destnîşan kir ku bi vê projeyê êrîşî warên wan ên pîroz dikin û wiha got: “Dixwazin rengê xwezayî yê Çavkaniyên Munzurê xera bikin. Dixwazin ruh û cewherê wê winda bikin. Li tu welatên cîhanê warên pîroz ji bo turîzmê nehatine vekirin. Bi vê yekê dixwazin vê baweriyê winda bikin. Bi vê projeyê dixwazin çand û baweriya elewiyan winda bikin û tune bikin. Em qet destûr nadin vê yekê. Em ê li dijî vê projeyê rawestin. Em dê bertekên xwe yên civakî û hiqûqî nîşan bidin û em vê yekê qebûl nakin."   Kulu, destnîşan kir ku ew saziya elewiyan a vî bajarî ye û Walî bi wan re hevdîtin nekiriye û nerîna wan negirtiye.    Rêveberê Şaxa Çanda Pir Sultan Abdal Alî Ekber Kaya jî anî ziman ku di çand û baweriya wan de xweza û roj pîroz e û wiha got: "Em hewl didin ku li gorî roj û xwezayê bijîn. Çavkaniyên Munzurê ji bo me warekî herî pîroz e. Em li vir lokma belav dikin û niyaz dikin. Divê dest nedin warên pîroz. Ev yek li dijî baweriya me mudaxale ye. Warên me yên pîroz dil û kezeba me ye. Her qazmeyê li warê pîroz bikeve li dilê me dikeve. Em vê projeyê qebûl nakin. Li dijî warê me yê pîroz êrîş e. Em vê yekê qebûl nakin."