Di doza Aladagê de li bendêye ku sucdar bên cezakirin 2019-07-03 10:08:13 EDENE - Danişîna doza karesata Aladag a 11 jê zarok 12 kesan tê de jiyana xwe ji dest dabûn, dê di 4’ê Tîrmehê de bê dîtin û li bendê de biryar bê dayîn. Prz. Omer Çelîk berî danişînê axivî û got: “Em li bendên e ku rêveberiyên komelê û yûrdê bên cezakirin.” Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, li wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê şewetê rû da û 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bibûn. Di danişîna doza derbarê karesat şewatê hat vekirin a di 30’ê Nîsanê de hat dîtin, dozger mutaleya xwe da û xwest midûrê yûrdê, serokê komeleya girêdayî yûrtê û 5 bersûcên din bên ceza kirin. Dozger, xwest ji bo midûrê yûrdê, serokê komeleya girêdayî yûrdê jî di nav de 7 bersûcan ji 2 salan heya 15 salan, ji bo 9 bersûn cin ji 3 mehan heya salekê cezayê girtîgehê bê dayîn û 2 bersûc jî bên beraet kirin.   Berî danişîna di 4’ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê bê dîtin, ji parêzerên malbatên Aladagê endamê Komeleya Mafê Civakî (SHD) Prz. Omer Çelîk, derbarê daxwazên dozger de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Çelik, diyar kir ku dozgerê lêpirsînê bi sucdariya “Bi zanebûn ji kesekê zêdetir kes kuştin û birîndar kirin” darbarê bersûcan de îdîaname amedekiriye û wiha got: “Di danişîna herî dawî hat dîtin de, dozger xwest Mahmût Denîz, Îsmaîl Ûgûr, Mahîr Kiliç, Mûstafa Oztaş, Ramazan Dede, Ramazan Keleş û Cûma Alî Genç, erkdarên çemawerî Barma Aydin, Cîhan Unsal, Davut Gokçelî, Mehmet Aktaş û Ramazan Ari, erkdarên agirkûj Dûrmûş Gokçe, Hasan Tûran Çakmak, Nîhat Sarraf û Yucel Tûraç cuda cuda bên cezakirin. Dozger di heman demê xwest du kes beraet bikin.”   ‘MALBAT DIXWAZIN CEZAYÊ HERÎ GIRAN JI BO VAN KESAN BÊ DAYÎN’   Çelik, da zanîn ku malbat dixwazin cezayê herî giran ji bo bersûcan bê dayîn û wiha bilêv kir: “Malbat hemû vê yekê ji me dixwazin. Emê vê bînin ziman. Ger cezayek kêm bê dayîn em serî li dadgehek bilindtir bidin. Emê div ê çarçoveyê de îtîrazên xwe dewam bikin. Doza Aladag ne dozek ji rêzê ye. Dozek çemaweriye. Divê ev doz nebe doza ku xizanan mehkûmê qedera wan bikin û îstîsmarkar jî vê ji bo xwe bi kar bînin.”    Çelik, dest nîşan kir ku ev doz tenê ne doza mirovên li Aladagê, Edenê dijîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû mirovên li Tirkiyeyê dijîn bi hestiyarî vê dozê bişopînin. Divê mirov ji tarîqet û cemaetan bi vî awayî zilm nebînin. Divê mafê mirovan neyê ber alî kirin. Em dixwazin heq û hiqûq çiye ew bê bi cih anîn. Ji ber vê em bang li hemû beşên civakî dikin ku vê dozê bişopîn in.”   MA / Hamdullah Kesen