‘Bila bibe gava yekemîn a Aştiya Bi Rûmet a Civakî' 2019-07-03 09:42:40 STENBOL - Şanoger Levent Uzumcu, Îlahiyatnas Îhsan Eliaçık, Hunermend Servet Kocakaya û Ayşenur Kolivar, bal kişand ser bandora îtîfaqa civakî ya li ser encama hilbijartinê û gotin: "Bila piştevaniya 23'ê Hezîranê bibe "Yekemîn gava aştiya bi rûmet a civakî."  Hilbijartina Stenbolê li ser îtîraza AKP-MHP'ê bi destê YSK'ê dubare di 23'ê Hezîranê de pêk hat. Di 23'ê Hezîranê de dîsa namzetê CHP'ê Ekrem Îmamoglu bi ser ket. Lê vê carê Îmamoglu, 800 hezar deng zêde kir û îtîfaqa Cumhur a AKP-MHP'ê li pey xwe hişt. Hunermend û şanogeran encama hilbijartina Stenbolê nirxand û diar kirin ku stratejiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li ser hilbijartinê bi bandor bû. Şanoger Levent Uzumcu, Îlahiyatnas Îhsan Eliaçik, hunermend Servet Kocakaya û Ayşenur Kolîvar li ser encama hilbijartinê û piştevaniya civakî rawestiyan.    UZUMCU: DI HILBIJARTINÊ DE HDP BI SER KET    Lîstikvan Levent Uuzumcu diyar kir ku di vê hilbijartinê de Ekrem Îmamoglu bi ferqa 800 hezar deng bi ser ket û wiha got: "Di vê serkeftinê de ferqa herî girîng bertekên berxwedana Gezî zivîvirîn helwesta piştevaniya civakî. Hilbijêran neheqiya ku li Îmamoglu hat kirin di 23'ê Hezîranê de li ser sindoqê bersîv dan. Li aliyê din HDP bi salan e têkoşîna demokrasiyê dide. HDP'ê di hilbijartina 31'ê Hezîranê de helwesta xwe nîşan kiribû. Aliyê xwe yê têkoşîna demokrasiyê bi raya giştî re parve kir. HDP'ê dîsa beriya hilbijartinê bi çend rojan li gel agahiyên manipule jî dîsa ji têkoşîna xwe ya demokratîk tawîz neda. Dîsa helwesta xwe ya aliyê demokrasiyê nîşan da. Ji ber vê yekê yê di vê hilbijartinê de bi ser ket HDP ye. CHP li Tirkiye ji sedî 25 deng distîne. Ji ber vê yekê CHP bi tena serê xwe nikare li Stenbolê bi ser bikeve. Lê bi piştgiriya partî û rêxistinên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin, bi ser ket. Bi hilbijartina 23'ê Hezîranê re îtîfaqa civakî derket holê. Ji niha û şûnde jî divê her kes ji bo îtîfaqa civakî têbikoşe. Li şûna herêmperestî û bajarperestiyê divê her kes li îtîfaqa civakî xwedî derkevin.    ELÎAÇIK: DIVÊ MUXALEFET YEKÎTIYA XWE BIPARÊZE   Nivîskar û îhaliyatnas Îhsan Elîaçık, diyar kir ku di hilbijartina 23'ê Heziranê de rola HDP'ê zêde bû û wiha got: "Ji ber hilbijartina 31'ê adarê betalkirin, hilbijêrên neçûbûn ser sindoqê jî di 23'ê Hezîranê de çûn ser sindoqê û ferq derxistin 800 hezar kesan. Me dît ku hilbijêrên ciwan tevan dengê xwe dan Ekrem Îmamoglu. Dîsa MHP'îyên ku berê deng dan AKP’ê vê carê dengê xwe Ekrem Îmamoglu. Gelek kes ji AKP'ê derbasî eniya Ekrem Îmamoglu bûn. Me dît ku ger hemû hêzên muxalif bibin yek, wê karibin milê din têk bibin. Ji ber vê yekê divê êdî hemû hêzên muxalif bibin yek. Her ku hemû hêzên muxalif bibin yek dikarin Bloka AKP'ê têk bibin. Ew hêza wan heye. Me digot Plana wan a B û C  heye. Wê hemû hêza dewletê bidin pişt xwe û bi ser bikevin. Lê me dît ku ev yek jî pêk anîn û dîsa bi ser neketin. Ji niha û şûnde divê hêza muxalif di her qadê de yekîtiya xwe biparêzin."    KOCAKAYA: HEMÛ LÎSTÎK TEŞÎR BÛN    Hunermend Servet Kocakaya jî anî ziman ku yê li Tirkiye rengê siyasetê diyar dike û diyar kir Stenbol e û wiha got: "Heta niha hêzên muxalif bi qasî kesî texmîn nedikir piştevaniyek nîşan dan. Ya dîn jî heta niha hemû lîstîk û hîleyên hikûmetê teşîr bûn û hatin dîtin. Hikûmeta AKP'ê çiqas samîmî ye an ne samî ye derket holê. Di vê hilbijartinê de dîsa partiya kîlît HDP ye. Ji bo 2 blokên ku xwestin li ser hev serdestiyê ava bikin HDP her dem bû partiya diyarker û kîlît. "  Kocakaya, da zanin ku bi giştî partiyek an jî komek nikare bi serê xwe Tirkiye bi rêve bibe û wiha bi dawî kir: "Ji ber ve yekê Tirkiye havzaya koalisyonê ye. Pir rengî ye. Qadek pir bi tevger û bê lêgerîn û plan e.    KOLîVAR: BILA BIBE YEKEM GAVA AŞTIYA BI RÛMET    Hunermend Ayşenur Kolivar jî anî ziman ku ji ber tarza siyasetek cuda bi ser ket bêtir bi wate ye û wiha got: "Li Tirkiye siyasetek cuda bi ser ket. Ev pir girîng e. Siyaseta ku cudakariyê nake û qîmet dide reng û ruyên din bi ser ket. Siyaseta ku hurmetê nîşanî nasnameyan û baweriyan dide bi ser ket. Ev siyaseta ku hurmetê nîşanî hemû nasname û rengan dide wê li Tirkiey modelek nû ya girîng pêş bixe Ez hêvi dikim ku ev hilbijartina em bûn şahid wê bibe yekemîn gava aştiya bi rûmet a ciakî. "    MA / Naci Kaya - Bariş Ceyhan