‘Her gava ku bi gelê Kurd re bê avêtin, dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike’ 2019-07-03 09:21:18 STENBOL - Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku xwe ji nêrînên sekterî, sosyalîzma reel û nêrîna wê ya teng xelas kirin, di rê û rêbazên nû re derbas dibe û got: “Her gava ku bi gelê Kurd re bê avêtin dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike.”   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan ewil car di 2’yê Gulanê de, bi giştî 4 caran bi Ocalan re hevdîtin kirin. Peyamên Ocalan di raya giştî de nav û deng da û hîna jî di nîqaşa gelek beş û aliyan deye. Ocalan di hevdîtina di 12’ê Hezîranê diyar kir ku ew sosyalîzmê esas digire, li dijî dogmaparêziyê avakirinê pêş dixe, di vê wateyê de li dijî feraseta sosyalîzma reel, çareseriya Rojhilata Navîn digire dest. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû ev peyama Ocalan nirxand.    ‘NIRXANDINÊ SOSYALÎZME PIR GIRÎNGE’   Pîroglû, diyar kir ku nirxanina Ocalan a li ser sosyalîzmê pir girînge û wiha axivî: “Hem kûrewî û hem jî li Tirkiyeyê, ci û hem jî civaka çîna karkeran û aborî bi tunebûnê re rû bi rû ne. Encex bi têkoşîna çîna karkeran û gelên bidest cîhanek nû bê avakirin. Sosyalîzm, li dijî cîhana kapitalîzmê hêviyên mezin dide û ev yek berdewam dike.”   ‘DIVÊ EM XWE JI NÊRÎNA SEKTERÎ RIZGAR BIKIN’   Pîroglû, da zanîn ku ji bo sosyalîzma reel pir rexne hene û wiha got: “Divê êdî feraseta sosyalîzma ku sekter ne bûyî, jiyanî bibe. Tevgeerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê, divê êdî xwe ji nêrîna sekter û qalibên heyî rizgar bike. Lazime ku ji bo têkoşîna hevpar li hev kom bibin. Êdî hemû kesan dît ku bêyî têkoşîna azadiya gelê Kurd, li Tirkiyeyê nabe ku têkoşîna demokrasiyê bê meşandin. Me ev yek di 23’ê Hezîranê de carek din dît. A girîng divê em li ser formîlên emê vê têkoşîna çawan mezintir bikin nîqaş bikin. Divê ji bo vê gav bên avêtin.”   ‘ROLEK MEZIN DIKEVE SER HDP’Ê’   Pîroglû, di dewama axaftin xwe de wiha bilêv kir: “Divê nîqaşên ‘Rêya sêyemîn’ û ‘Eniya demokrasiyê’ bi hevre bên meşandin. A rastîn rêya sêyemîn, xeta avakirina eniya gelên bindest, çîna karkeran û gelên xizane. Di vir de rolek krîtîk dikeve ser HDP’ê. Ji ber vê jî rolek mezin dikeve ser milê hêzên ji derveyî HDP’ê ne. Siyaset û têkoşîna azadiya Kurd li vî welatî di rolek kîlîte deye. Ger piştgiriya gelê Kurd tunebe, kes nikare li vî welatî bibe desthilatdar. Dewlet û desthilatdar êdî di ferqa vê yekê dene.”   ‘DÊ QEDERA ROJHILATA NAVÎN DIYAR BIKE’   Piroglû, dest nîşan kir ku divê li dijî Emperyalîzmê, kedxwariyê û Kapitalîzmê têkoşînek hevpar bê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwe ji nêrînên sekterî, sosyalîzma reel û nêrîna wê ya teng xelas kirin, di rê û rêbazên nû re derbas dibe. Li Tirkiyeyê her gava ku bi gelê Kurd re bê avêtin dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike. Rojava mînake vê ya herî girînge. Êdî ev pirsgirêk tenê pirsgirêka Tirkiyeyê derketiye. Hemû gelên Rojhilata Navîn qeleqedar dike. Lê dewleta Tirk siyaseteke dijminantiya gelên Rojhilata Navîn bi rêve dibe. Tirkiye dixwaze têkoşîna azadiya gelan bifetisîne. Ji bo derbaskirina vê, pêdivî bi rêya têkoşînê heye. Daxwaza sosyalîzmê û daxwaza rêya sêyîn vê yekê îfade dike.”    MA / Ferhat Çelîk