Li rêveberên MARSÛ'yê lêpirsîna 'nelirêtiyê' vekirin 2019-07-03 09:19:52 MÊRDÎN - Derbarê gelek rêveberên MARSÛ'yê ku dema qeyûm saziyê bi qasî 620 milyon TL'yî kirin bin deyn, bi binasiya ku di xebat û îhaleyan de nelirêtiyê kirin lêpirsîna hundir hat destpêkirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di sala 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînê wê hatibû kirin, piştî ku di Hilbijartina 31'ê Adarê ketibû destê Pariya Demokratîk a Gelan (HDP), derketibû holê ku bi qasî milyar û 26 milyon TL'yî ketiye binî deyn. Di encama lêkolînên rêveberiya nû de derket holê ku gelek îhale bi awayekî nelirê hatine kirin û zêdeyî qîmeta xwe hatine kirin. Rêveberiyê tespît kir ku ji vî deynî 620 TL deynê Kargeriya Kanalîzasyon û Avê ya Mêrdînê ye ku mehê 6 milyon TL dahata wê    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê derbarê nelirêtiyên ku tespît kirin, lêpirsîn da destpêkirin. Hat hînbûn ku Eşref Dagdelen ku dema qeyûm bû midurê giştî yê MARSÛ'yê, alîkarê midurê giştî yê MARSÛ'yê Sadûllah Tûrgût, Seroka Daîreya Geşepêdana Stratejiyê yê MARSÛ'ya Songul Sogut û Abdûllah Yenîgun ku piştî Hilbijartina 31'ê Adarê di 5'ê Nîsanê de ji aliyê qeyûm ve ji bo sekreteriya giştî ya şaredariyê hat peywirdarkirin jî di nav de derbarê gelek rêveberan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hatiye diyarkirin ku kesên navê wan borî, xesarê dane şaredariyê, peywira xwe nebaş bi kar anîne û havil bûne.   ÎHALEYA BI MILYONKÎ TÊ VEKOLÎNKIRIN   Di nav îhaleyên ku di wan de nelirêtî hatiye kirin de îhaleya "Projeya Înşeata Çekirina Ava Vexwarinê ya Qoserê" ku bi 45 milyon û 236 hezar û 360 TL'yî ji Şîrketa Anonîm a Pişeyî, Xurek, Sewalkarî, Çandinî û Hilberîna Enerjiyê ya Batûrê re hatibû dayîn jî heye. Hatibû angaştkirin ku Şîrketa Batûrê îhaleya ku bi 45 milyonan girtibû bi 16 milyonan dabû fîrmaya ku kar kiribû. Ji bilî vê îhaleyê çend îhaleyên din jî bi rengî di wan nelirêtî hatibû kirin.    MA / Ahmet Kanbal