Ciwanên HDP'î li dijî binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dan 2019-07-03 09:19:20 EDENE – Ciwanên HDP'î yên di binçavan de bi muameleyên nebaş re rû bi rû mabûn serî li ÎHD'ê dan. Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongur, diyar kir ku ji bo demildest der barê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin wê şopdarê bûyerê bin.    Di 17'ê Hezîranê de navende Edene li gelek deveran polîsan avêtibû ser endamên Meclîsa Ciwana a HDP'a Edeneyê û di van operasyonan de 6 jê zarok 33 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 7 jê hatibûn girtin. Di dema binçavkirinê de ciwan hatibûn derbkirin, bi muameleyên nebaş re rû bi rû mabûn û sîxurtî li wan hatibû ferzkirin.    Ciwanên di bin çavan de bi muameleyên nebaş re rû bi rû man, serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê dan.    Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongur, diyar kir ku ji bo demildest der barê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin ew ê şopdarê bûyerê bin.    Ongor, anî ziman ku dema li lêpirsîna der barê ciwanan de nêrîne dîtine ku qada siyaseta legal hatiye îlegalîzekirin. Ongur, destnîşan kir ku di bin çavan de polîs bi zext û zorî bi ser zarokan de jî çûne û ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.    Ongur, diyar kir ku piştî binçavkirinê ciwanên bi muameleyên nebaş re rû bi rû mane û malbatên wan serî komeleya wan dane û got: "Me hevdîtin bi zarokên hatin binçavkirin re çêkirin û diyar kirin ku bi zext û zoriyan û bi muameleyên nebaş re rû bi rû mane û ên temenê wan mezin jî ji paş ve hatine kelemçekirin. Divê kes dest nede mafê jiyanê. Ev mafekî bivênevê ye. Çi dibe bila bibe divê îşkence, muameleyên nebaş û helwestên derî rûmeta mirovahiyê pêk neyên. Nexasim jî muameleyên nebaş ên li hemberî zarokan bi tu awayî nayên qebûlkirin."    LÊ PIRSÎNEKE ÇALAK    Her wiha Ongor, diyar kir ku Halît Şaşmaz, Bûrhan Erol, Selman Şen, Bahattîn Ayrîç û Abdûllah Ayrîç ên hatin girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û ji ber lêgerîna tazî qebûl nekirine hatine derbkirin.    Ongur, destnîşan kir ku divê der barêberpirsiyaran de lêpirsîneke çalak bê destpêkirin û ew ê wek komele ji nêz ve şopdarê vê pêvajoyê bin.    MA / Hamdullah Kesen