ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHÊ 2019-07-03 09:00:43 * Paleyiya mişmişên meşhûr ên Îdirê dest pê kirin. Mişmişvana bilêv kirin ku ji ber gubre, derman û mazot biha ne, heqê keda wan bi dest wan nakeve.  * Li Tetwanê, jinên ku bi destkariyê zendik, ristik û tiştên honandinê dikin û li ser dezgehan difiroşin, ji ber krîza aborî rewşa karê wan nebaş e.    * Ciwanên HDP'î yên di binçavan de bi muameleyên nebaş re rû bi rû mabûn serî li ÎHD'ê dan. Serokê Şaxa ÎHD'a Edeneyê Parêzer Îlhan Ongur, diyar kir ku ji bo demildest der barê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin ew ê şopdarê bûyerê bin.    * Şanoger Levent Uzumcu, Îlahiyatnas Îhsan Eliaçık, Hunermend Servet Kocakaya û Ayşenur Kolivar, bal kişand ser bandora îtîfaqa civakî ya li ser encama hilbijartinê û gotin: "Bila piştevaniya 23'ê Hezîranê bibe "Yekemîn gava aştiya bi rûmet a civakî."    * Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku xwe ji nêrînên sekterî, sosyalîzma reel û nêrîna wê ya teng xelas kirin, di rê û rêbazên nû re derbas dibe û got: “Her gava ku bi gelê Kurd re bê avêtin, dê qedera Rojhilata Navîn diyar bike.”   * Danişîna doza 9 endamên Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku di navde Nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Necmiye Alpay jî heye wê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * 1'emîn danişîna doza facîya Trênê ku li Navçeya Çorlu ya Tekîrdagê pêk hat û 7 jê zarok 25 kesan jiyana xwe ji dest da wê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çorluyê bê dîtin. (10.00)