Têkildarî teqîna Mêrsînê 3 kes hatin girtin 2017-11-21 14:46:36 MÊRSÎN – Têkildarî teqîna li Mêrsînê 3 kes bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin.  Li Mêrsînê 3 kes têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan a ku di 17’ê cotmehê de li navçeya Yenîşehîrê pêk hat de hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî teqînê de Mehmet Turmak û Zûmerat Turmak ên li Amedê hatin binçavkirin birin Mêrsînê û Gulcan Kandemîr a ku li Mêrsînê hat binçavkirin piştî îfadeyên emniyetê derxistin edliyê. Piştî darizandina dozgeriyê her 3 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin.    3 kesên hatin girtin şandin girtîgehê.