Konserên şagirtên Ma Muzîkê didomin 2019-07-02 21:16:12   AMED – Dîwana Muzîkê ya ji bo şagirtên zarok ên Akademiya Muzîkê ya Ma'yê, di roja didoyan de didome. Di dîwana muzîkê de zarokên perwerdehiya gîtar, tar û kemanê digirin, derketin ser dikê performansa xwe nîşan dan.    Akademiya Muzîkê ya Ma, piştî merasîma mezûniyetê ji bo şagirtên zarok Dîwana Muzîkê li dar xist. Dîwan li Navenda Çand û Kongreyê ya Şeradriya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Malbatên zarokan û hunerhez tev li dîwanê bûn. Dîwan duh dest pê kir û îro di roja dudoyan de zarokên perwerdehiya gîtar, keman, piyano û tarê girtin perfermansên xwe nîşan dan. Pêşî zarokên hînî kemanê bûn derketin ser dikê, paşê zarokên hînî tar û piyanê bûn derketin ser dikê û performansa xwe nîşan dan. Zinar Altûntaşê sendroma Downê ku hînî piyanoyê bû derket ser dikê û performansa xw enîşan da. Piştî performansê eleqeyeke zêde ji bo ALtûntaş hebû û temaşevanan demeke dirêj jê re li çepikan xist.    Wê Dîwana Muzîkê di roja sisyan de dewam bike.