Polîsan avêt ser avahiya Şaredariya Giyadînê û hevşaredar derb kirin! 2019-07-02 21:02:50   AGIRÎ - Polîsên li têketina avahiya Şaredariya Giyadînê hatine bicihkirin, ajovanê meqamê yê Şaredariya Giyadînê Mehmet Hayrî Orûç taciz kirin. Hevşaredar Evren Demîr û Betul Yaşar, mudaxile kirin. Lê belê bi dehan polîsan ji paş ve ew kelemçe kirin û derb kirin. Demîr rakirin nexweşxaneyê. Demîr got, polîsan ew serdevkî li erdê dirêj kiriye û bi pehînan lê daye.    Polîsên li têketina avahiya Şaredariya Giyadînê ya HDP'î hatine bicihkirin, ajovanê meqamê yê Şaredariya Giyadînê Mehmet Hayrî Orûç taciz kirin. Dema Hevşaredar Evren Demîr û Betul Yaşar xwestin mudaxile bikin, polîsan ji paş ve ew kelemçekirin û serdevkî li erdê dirêj kirin û derb kirin. Hevşaredar Demîr, rakirin nexweşxaneyê.    Polîsan bi jopan li serê Hevşaredar Demîr dan û paşê ji paş ve ew kelemçekirin û bi pehînan lê dan. Her wiha polîsan bi copan li destê Hevşaredar Betul Yaşar jî dan. Piştî vê bûyerê polîsan dest danîn ser dîmenên aîdî şaredariyê. Hevşaredar Demîr ku rakirin nexweşxaneyê, got: "Li ajovanê me dan. Me jî nehişt. Paşê li me jî dan. Em li erdê dirêj kirin. Ji paş ve destê me jî kelemçe kirin û li me dan."    Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taş jî ku li avahiya şaredariyê bû, got: "Faşîzma AKP-MHP'ê ku nikare di sindoqan vîna vî gelî têk bibe serî li rêyên wisa dide. Dixwazin şaredarîvaniya gelparêziyî birûxînin. Niha şaredarî veguherandine qereqolan. Ji xeynî Kurdistanê li tu şaredariyan noqteyên polîsan tune ne. Mirov naxwazin deme biçin şaredariyê bi lêgerînê, heqaret û tacizan re rû bi rû bimînin. Li Kurdistanê pêkanîneke wisa taybet heye."    Taşdemrî, bilêv kir ku bi vî awayî tê xwestin ku peyamekê bidin gelê kurd. Taşdemîr, bilêv kir ku dewlet bi vî awayî dixwaze vîna hatiye hilbijartin bi zilmê, bi bêhiqûqtiyê û polîtîkayên faşîzan bişkîne û ji bo vê jî bi taybetî şaredar hedef hatine girtin.    Her wiha Taşdemîr, diyar kir ku polîs ketine hundurê şaredariyê û dîmenên şaredariyê jî desteser kirine û got: "Ji polîs re dibêjim tu bi çi awayî hewl didî dest deynî ser dîmena. Dibêje, 'ferman a dozgeriyê ye.' Ez jê fermana dozgeriyê dixwazim dibêje, 'tenê daye min.' Ma fermaneke bi vî awayî mimkun e? Divê tu belgeyeke fermî bînî. divê tu destûrê ji hevşaredaran bigirî."