Mertalên zindî 8 rojin li dijî operasyona TSK'ê nobetê digirin 2019-07-02 18:56:46   BIRADOST - Mertalên Zindî 8 rojin li dijî operasyona TSK'ê yên dersînor li herêma Biradostê nobetê digirin. Pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Soran serdana mertalên zindî kirin û piştgirî dan çalakiyê.   Çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî operasyona Hêzên Eskerî yên Tirk (TSK) di roja 8'an de didome. Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ku wekî Mertalên Zindî di 14’ê Hezîranê de dest pê kir didome. Çalakiya Mertalên Zindî ya Qendîlê di roja 18.emîn û ya Biradost jî di roja 8’emîn de didome. Her roj komên cuda serdanên piştgiriyê ji bo ciwanên li dijî operasyonên dersînor bûne mertalên zindî dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Îro, du pêşmergeyên Dêrîn yên herêma Soranê bi armanca piştgirî dayînê serdana mertalên zindî yên li Biradostê kirin. Mertalên Zindî pêşmergeyên Dêrîn germ pêşwazî kirin û rakirina sembolên ciwanan û ala Herêma Kurdistanê peyama li dijî dagirkeriyê nîşan dan. Ji bo mezinkirina eniya têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê jî pêşmergeyên Soran bang kirin.   JI PÊŞMERGEYAN BAGNA XWEDÎ DERKETINE   Pêşmergeyên Dêrîn ji bo bilindkirina çalakiya Mertalên Zindî ya li Bradost banga xwedî derketinê kirin. Mergalên Zindî jî diyar kirin wan hêz û moral ji serdana pêşmergeyên dêrîn girtine. Heya niha piştgiriya herî xurt a ji bo çalakiya mertalên zindî ji pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê çêbûye. Pêşmergeyên Dêrîn ên Raperîn, Silêmanî û Germiyanê li Qendîlê serdana mertalên zindî kirin û helwest li dijî dagirkeriyê dan nîşan.