Jinek li Payizavayê bi guman mir 2019-07-02 17:00:38   WAN - Li Payîzavê jina bi navê Canan Akar bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Paçan ê navçeya Payîzava ya Wanê jina bi navê Canan Akar (19) duh saetên berê êvarê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî angaştan Akar ketiye odeya xwe û demeke dirêj jê derneketiye. Piştî ku ferdên malbatê vê yekê ferq dikin diçin li odeyê dinêrin û bi cenazeyê Akar re rû bi rû dimîn. Hat hînbûn ku Akar salek e zewiciye.    Piştî otopsiya li nexweşxaneyê cenazeyê Akar li goristana gund hat veşartin.