Li Reqa di nava gorek komî de 190 cenaze hatin dîtin 2019-07-02 16:50:47 NAVEND NÛÇEYAN - Ekîbên Mudaxileya Lezgîn, li Reqayê koreke komî ya aîdê sivîlên ku DAIŞ'ê qetil kirin dîtin û 190 cenaze ji gorê derxistin. Xebatên lêgerîna cenazeyan dewam dike.   Li bajarê Reqa yê Sûriyeyê ku demekê weke keleha DAIŞ'ê dihat zanîn û di sala 2017'an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji DAIŞ'ê rizgar kir goreke komî hat dîtin. Ekîbên Mudaxileya Lezgîn ku xebatên lêgerîna gorên komî dewam dikin, ji gora komê 190 cenaze derxistin. Xebatên ekîbên mudaxileya lezgîn a derxistina cenazeyan dewam dike. Ekîban heya niha ji gorên komî, 4 hezar û 700 cenaze derxistine. Di nava van cenazeyan de DAIŞ'î  jî hene.    Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), di xebatên li goristana Telayî Mûasker a li Reqa ya di 9'ê Hezîranê dest pê kir de, jin jî di nav de cenazeyê 190 kesan ji gora komî hatine derxistin.   Bijîşkan di encama lêkolîna li ser cenazeyan kirin de, dan zanîn ku serê hin cenazeyan hatine jêkirin, 3 jin hatin recimkirin û li ser cenazeyan kincên rengên wan pirteqalî hene.