Di salvegera 26'emîn de gotin ‘Me Sêwasê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin’ 2019-07-02 15:58:50   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gellek navendan ji bo Komkujiya Sêwasê bîranîn hatin lidarxistin û wiha hat gotin: “Li dijî polîtîkay3en komkujî, zext, asîmîlasyonê, me ji bo wekhevî, azadî, laîqî û edaletê Sêwasê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”  Bi ser Komkujiya Otela Madimakê ya li Sêwasê ku 33 rwşenbîran têde jiyana xwe ji dest da 26 sal derbas bûn. Di salvegera 26’emîn a komkujiyê de bi bernameyên bîranînê tê bibîranîn. Di bernameyên bîranînê de hat xwestin kujerên rastîn derbixin holê û bi komkujiyê re bê hevrûbûn.   EDENE    Platforma Şaxên Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Edeneyê bi wesîleya salvegera komkujiya Madimakê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê KESK’ê yê Edeneyê Ahmet Aydogan daxuyanî xwend û diyar kir ku li gel 26 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn kezebên wan hêj dişewitin û got: “Wek komkujiyên beriya ya Sêwasê hesab pirsîna ji kujerên rasteqîn hatiye astengkirin. Kujerên komkujiyêj i aliyê desthilatdariya siyasî ve hatin parastin û hesab nehat xwestin. Li dijî polîtîkay3en komkujî, zext, asîmîlasyonê, me ji bo wekhevî, azadî, laîqî û edaletê Sêwasê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin.”    ÎSKENDERÛN     Şaxa Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî ya Îskenderûnê jî minasebeta Komkujiya Madimakê li Mala Cemê ya Îskenderûnê bîranîn li dar xist. Rêveberê Weqfê Halîl Îbrahîm Ayaz anî ziman ku hêj birîna Madimakê taze ye û ew ê teslîmî vê tarîtiyê nebin.    DÎLOK   Partiyên wek HDP, DBP, SYKP yên Dîlokê û Şaxa ÎHD’ê ya Dîlokê bi wesîleya salvegera Komkujiya Madimakê li avahiya HDP’ê ya Dîlokê civîn li dar xist. Hevserokê HDP’a Dîlokê Muslum Kiliç destnîşan kir ku tevî salên dirêj bi ser komkujiyê re derbas bûne hêj kujer ango bepirsiyarên rasteqîn derneketine holê û heta bi vê komkujiyê hevrûbûn pêk neyê dê birînên hatine vekirin baş nebin.    WAN   Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê jî têkildarî Komkujiya Madimakê li avahiya xwe daxuyanî da. Parêzer Kadîr Kutevî li ser navê komîsyona daxuyanî da û da zanîn ku agirê komkujiyê ev 26 sal in kezeban dişewitine û komkujiya Sêwazê li dijî rewşenbîriyê, demokrasiyê, biratiya gelan û çanda jiyanek bi hev re pêk hatiye û ev 26 sal in kujer tên parastin. Kutevî got divê Madimak bibe muzeya şermê û ew carek din komkujiyê şermezar dikin.