Wargeha xwendekaran a Terîqeta Suleymaniyan şewitî 2019-07-02 15:10:20 AYDIN - Li Navçeya Efeler a Aydinê agir bi wargeha xwendekaran a Terîqeta Suleymaniyan a 4 qatî ket. Di avahiya ku xwendekar lê hebûn tirsek zêde çûbû.  Li Taxa Gîrne ya Navçeya Efeler a Aydinê li wargeha Dibistana Komeleya Talebeyên Di Temenê Tahsîlê de ya Suleymaniyan de agir bi avahiyê ket. Li baniye avahiya 4 qatî ji ber sedemek ne diyar şewat derket. Piştî şeniyên taxê dîtin ku agir bi avahiyê ketiye, agahî dan xwendekaran. Li ser agahiyê xwendekaran wargeh vala kir û mudaxaleyî agir kirin. Serokê Komeleya Alîkariya Talebeyên Di Temenê Tahsîlê de Emin Korkut,  diyar kir ku baş e tişt bi kesî nehatiye û wê lekolîn bikin.    LI ALATAG A EDENEYÊ 11 ZAROK ŞEWITÎBUN   Di 29'ê Mijdara 2017'an de li Navçeya Aladag a Edeneyê disa di wargehek girêdayî tarîsata Silêmaniyan de şewat derketibû. Di şewatê de 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di bûyerê de 24 xwendekar jî birîndar bûbûn.