Zaroka dibin televizyona qulipî de ma jiyana xwe ji dest da 2019-07-02 13:33:48 AMED - Li Exenî, zaroka 3 salî Zeynep Aslan a dibin televizyona qulipî de ma, jiyana xwe ji dest da.  Li malbata Aslan a li Taxa Îstasyon a navçeya Exenî ya Amedê dijîn, televîzyona modela wê ya berê bi ser keça wan a 3 salî Zeynep Aslan de qulipî. Zaroka ku bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê, lê ligel hemû mudaxileyan jî zarokê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê zaroka 3 salî ji bo otopsiyê Rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Erxeniyê.