Şaredariya Qoserê navê 4 parkan paşve stendin 2019-07-02 12:10:00 MÊRDÎN - Meclîsa Şaredariya Qoserê di civîna meclîsa Tîrmehe de navê 4 parkên ku di serdema Qeyûm de hatibûn guhertin bi piraniya dengan ji nûve paşve stendin.  Meclîsa Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê civîna Tîrmeha 2019'an li dar xist. Meclîsê di civînê de navê parkên ku ji aliyê qeyûm ve hatibûn guhertin anîn rojevê. Meclîsê bi piraniya dengan biryar girt ku navê parkên ku hatine guhertin paşve bistînin û navê berê li wan bikin. Meclîsê navê Parka Mehmet Sincar, Ubeydullah Eren, Şeyhdavut Yalçinkaya û Leyla Qasim ku qeyûmê guherd dîsa paşve stendin.