Hevşaredarên Wanê nêrîn û pêşniyarên taxiyan girt 2019-07-02 11:59:32 WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci û Hevşarêdarên Rêya Armûşê bi niştecihên taxa Cevdet Paşa re li hev kom bûn, nêrîn û pêşniyarên taxiyan girtin.  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehzade Kurt û Azîm Yacan, bi niştecihên taxa Cevdet Paşa re lihev kom bûn û derbarê xebatên bikin de, nêrîn û pêşniyarên taxiyan girtin. Civîna gel li taxê hat lidarxitgin. Hevserokên HDP’ê yên navçeya Rêya Armûşê Oznûr Bartin û Bahatîn Karaman jî beşdarî civînê bûn.   Gel di civînê de, pirsgirêkên xwe yên taxê anîn ser ziman û xwestin ji bo pêdiviyên jin, ciwan û zarokan proje bên pêşxistin. Gel, di heman demê de daxwaz kir ku navê taxa wan a berê Erek cardin lê bê kirin.   Hevşaredar Mûstafa Avci, piştî nêrîn û pêşniyarên gel axivî û wiha got: “Civînên me yên bi gel û mûxtaran re dewam dikin. Em dixwazin xizmetê xweş û bi kalîte ji bo gelê xwe bikin. Di vê civîna me de nêrîn, pêşniyar û rexneyên we ji bo me girînge. Em dixwazin di cih de lêkolîn bikin û di cih de biçin tespîtan. Ji bo ku em li gorî wê xebat bikin. Dibe ku fikir û ramên we yên siyasî û polîtîk ji hev cuda bin. Lê bêyî ku em cihêkariyê bikin, emê hewl bibin li gorî nasnameya şaredartiyê xizmet bikin.”    Piştî axaftina civîn bi dawî.