Biradosta dibin bombebaranê de vegot 2019-07-02 11:35:15 DIHOK - Îskandar Biradostî, operasyona TSK’ê ya der sînor û bombebaran li herêma Biradostan weke “Dagirkeriyê” nirxandn û got: “Qedexeyên derketina gund û goman dewam dike. Ligel bombebaranê jî, gel herêmên xwe terk nakin.”  TSK'ê di 27'e Gulanê de bi balafirên şer li herêma Biradost a Herêma Kurdistan a Federe operasyona bi navê "Pençe" li dar xist û 35 kîlometerî belavî Xakûrkê bû. Di çarçoveya operasyonê de, qadên jiyanê bi obu bi hewan, obus û balafirên şer tên bombebarkirin. Di bombebarana heya Kortekê belav bû de, di 28’ê Hezîranê de ji heman mlbatê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîl jî birîndar bûn. Bi bombebarkirina sivîlan re bertekên gel ên herêmê yên li dijî TSK’ê û bêdengiya hikumeta herêmê zêdetir bûn.    KETIN Û DERKETIN GUNDAN KIRINE    Ji herêma Biradost Îskender Biradostî, bal kişand ser êrîşên TSK’ê û wiha axivî: “TSK, ji Zaxo bigirin heya Dihokê, Amediyê û Qendîlê bombebaran dike. Qadên jiyana sivîlan dike hedef. Gelek zirar gehiştiye qadên gelê herêmê yên lê sewalkarî û çandiniyê dikin. Weke ku ev ne bes be, TSK hewl dide leşkerên xwe li herêmê bi cih bike. Ketin û derketina gelek gund û goman qedexe kirine. Balafirên şer bi taybetî gundên herêmên Biradost ên weke Kanîreş, Navmêrgan, Mêrgereş, Alakan, Sîda, Çiyader û gelek gomanên girêdayî wan bombebaran dike. Ketin û derketina van gund û goman ji saet 21.00’an heya  10.00’an qede kirine. Ji ber ku ev qad kirine cihên baregehên leşkerên Tirk,  naxwazin mirov nêz bibin û dixwazin li van qadan bi cih bibin. Ev cih û war di heman demê de zozanên Xakûrkêne û mirov sewalên xwe  li van deran didin çêrandin. Ji ber êrîşên leşkerên Tirk, mirov ditirsin û bi dehan car serî li rayedarên berpirsiyar dane. Lê heya niha tu bersiv ji bo wan nehatiye dayîn.”   'HEMÛ KURD DI HEDEFÊ DENE'   Biradostî, da zanîn ku sedema hewldana dagirkirina Herêma Kurdistana Federe teqez ne PKK ye û wiha got: “Di hedefê de hemû gelê Kurd heye. Li gelek cihan PKK tuneye. Dewleta Tirk dîsa bi heman rê û rêbazê êrîş dike. Em şahidê vê yekêne. Li herêma Goşînê wesayîta du birayan bombebaran kirin. Yek ji wan jiyana xwe ji dest da û yek jî bi giranî birîndar bû. Dîsa li Qada Kortek a Binarê Qendîlê balafirên şer wesayîta du sivîlan bombeberan kirin. 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Hemû kes jî dizane ku PKK div an qadan de tuneye. Sedema bingehîn a êrîşên dewleta Tirk, vale kirina erdnigariya gelê Kurde. Dixwaze gelê Kurd li ser axa xwe koçber bibe û axa Kurdan dagir bike.”    'GEL NAÇE TU DERÎ’   Biradostî, bang li hikumeta Iraqê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî bese ji vê bêdengiya we re. Divê sînorek ji b ovan êrîşan  bê danîn. Gelo çi karê dewleta Tirk li ser vê axê heye? Evê tu carî feydê nede gelê Kurd û gelê Iraqê. Divê rêxistinên mafê mirovan ên cîhanê û Emerîqa van êrîşan qebûl nekin. Mirovên li vê derê gelek zirar dîtin, dibînin û qadên wan ên jiyanê neman. Ev mirov debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin. Ji xwe kar tuneye û hejmara bêkariyê pir zêde bûye. Ev êrîş dewam bikin, bixwazin herêmê vale bikin jî, ev gel dê herêmên xwe terk nekin. Naxwazin qadên xwe yên jiyanê terk bikin. Ev gel nikare li cihek din bijî. Jiyana wan a bingehîn li ser vê herêmê. Ji ber vê divê hemû kes bi hestiyar tevbigerin.”   MA / Erdogan Altan