Li Zozanên Kato di demsala havînê de Bihar e 2019-07-02 10:42:50 ŞIRNEX - Li Zozanên Çiyayê Kato ku 3 Hezar û 300 metre bilin de hêdî hêdî berf dihile û her der bi gul û kulîlkan xemiliye. Di demsala havînê de li Kato Bihar e.    Li Zozanên Çiyayê Kato yê Navçeya Elkê ya Şirnexê di demsala havînê de Bihar e. Çiyayê Kato ku dikeve nava sînorê Navçeya Çelê ya Colemêrg, Berwariya Sêrtê, Payizava û Şax ên Wanê û Şirnexê bilindahiya wî heta 3 hezar û 300 metre hildibe jor. Katoyê Jîrkan heta berwariyê diçe. Kato Marînos jî heta Colemêrgê diçe. Di demsala havînê de zozanê wê her dem Bihar e. Çiyayê ku di demsala zivistanê de zêde berf dibare heta havînê jî berf nahile. Dema berf dihile jî li lûtkeyên çiyê belekî çêdibin. Li lutkeyên zozanên Kato dema berf dihile çiya belek belekî dibe li şûna berfê gul û kulîlkên vebûne xweza zindî kiriye. Wêneyên ku ji çiyayê Kato hatine kişandin bedewî û rengê zindî yê di demsama Havînê de Biharê dide pêşandan. Bi çend wêneyan ji lutkeyên Zozanên Kato hatin kişandin nîşan dide ku di demsala havînê de Bihar e.      Wene: Omer Ozkan / Mihemed Hakseven