ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHÊ 2019-07-02 09:00:30 * Di çarçoveya lêpirsîna ji bo îdiayên îşkenceyê yên li Xelfetiyê, îfadeya mexdûran hat girtin û ji bo tespîtkirina îşkenceyê sewqî ATK'ê hatin kirin. Lê hîn jî der barê polîsên peywirdar de tu tişt nehatiye kirin.  * Li Rihayê pileya germahiyê di ser 40'î re ye. Karkerên di vê germahiyê de li nav erdan dixebitin, diyar dikin ku ew rojê 14 setan ji bo 50 lîreyî dixebitin û dibêjin: "Bi vî pereyî ancax dikarî kîloyek got bikirî."    * Parêzer Dîlan Kûnt, diyar kir ku ji bo mafê nefeqeyê yên jinan bi tu awayî neyên sînordarkirin divê rêxistinên civaka sivîl bi her awayî tev bigerin û got: "Em ê destekeftiyên xwe ji dest bernedin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê bitêkoşin."    * Karkerên SÎBAŞ'ê ku ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, 188 roj in têdikoşin. Dê doza karkeran a ji bo vegera ser kar di 5'ê Tîrmehê de pêk bê û karkeran ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir.    * Endamê Egîtîm Senê Ahmet Karagoz ku danişînên doza karesata Aladagê ya 11 jê zarok 12 kes tê de jiyana xwe ji dest daabûn wekî "lîstikên şanoyê" şîrove kirin, ji bo edalet û wijdanê bang li her kesî kir.    *  Li Edeneyê ciwanên tên binçavkirin û paşê tên berdan, polîs bi gefxwarinê îtirafkarî û sîxurtiyê li wan ferz dikin. Ciwanan diyar kir ku polîs ji wan re dibêjin ger hûn li ser kesên din îfadeyê bidin hûn ê bên berdan.    * Li Bodrûmê ku navendeke sereke ya turîzmê ya Tirkiyeyê ye, her çend serdema turîzmê ji zûvde dest pê kiriye jî lê belê otêl vala ne.    * Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'a Edeneyê Tûran Taş, xwest madeya 104/1 a TCK'ê bê guherandin. Taş ku got "Qanûn, tecawizkaran diparêzin. Sedema vê jî çanda bçcezatiyê ye" ji bo parastina zarokan bang li dewletê kir ku peywira xwe bi cih bîne.    * Li Kirşehîrê welatiyê bi navê Berzan Ozdemîr ji ber ku tîşortê ala Herêma Federa ya Kurdîstanê li ser li xwe kir, wî lînc kirin. Her wiha bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” doz li Ozdemîr û li du xizmên wî doz vekirin.   * Komeleyên Elewiyan wê li pêş Komeleya Çanda Elewiyan a Pir Sultan Abdal a Sêwasê kom bibin û heta Otela Madimakê bimeşin. (10.00-18.00)   * Şaxa SES'ê ya Êlihê wê têkildarî Peymana Komî li avahiya sendîkayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)