Baroyên herêmê: Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd e 2019-07-01 16:03:00   DERSIM - Serokên baroyên bajarên herêmê li Dersimê civiyan û diyar kirin ku dema çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye û daxuyandin ku hemû pirgirêkên Tirkiyeyê bi makeqanûnek demokratîk û wekhev dê ji holê dikaribin bên rakirin.    Serokên baroyên Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Riha, Dersim, Semsûr, Agirî, Çewlig, Bedlîs, Colemêrg, Sêrt, Şirnex û Mûşê di 29'ê hezîranê de li Dersimê kom bûn û civînek li dar xistin. Serokên Baroyan têkildarî geşedanên li herêmê û rojeva welat civînek berfireh li dar xistin. Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî parve kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin zimanê cudakariyê, dubendiyê û nefretê ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin û divê zimanek û polîtîkayên hemû kesî hembêz bike bên avakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çareserkirina pirsgirêka kurd a birêyên demokratîk û aştiyane pêdiviyek bingehîn e û feyde şer û kuştinê li kesî nabe û dê ceribandinên aştiyê carek din ji bo gel wê bibe fêde û êdî dem dema çareseriyê ye.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê nediyarbûnên qanûnî ji holê bên rakirin û hemû maxduriyetên ji ber doz û cezayan jî bên bidawîkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi geşedanên salên dawî re daraza Tirkiyeyê baweriya xwe winda kiriye û divê hemû kesên ku nûneriya beşên civakê dikin û niha girtî ne bên berdan. Di daxuyaniyê de pêşniyara makeqanûnek demokratîk jî hat kirin û hemû pirgirêkên Tirkiyeyê bi makeqanûnek demokratîk û wekhev dê ji holê dikaribin bên rakirin.