Malên êzidiyan mohr kirin û gef li wan xwarin 2017-11-21 13:08:06 MÊRDÎN - Êzidiyên di sala 1980'yî de koç kirin, dîsa vegeriyan gundê Nisêbînê û avahiya 2 qatî ava kirin. Şaredariya ku destpêkê got "Pirsgirêk nîne", piştre înşaet mohr kir. Ev jî têrê nekir, 800 ewro ji êzidiyan xwestin û gotin ku "Heke hûn nedin em ê we bikujin." Gundê Efşê yê li pêşbiniyê Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye, welatiyên êzidî xwestin gundê xwe ji nû ve ava bikin, lê tişta nehat serê wan nema. Gund ji 130 avahiyan pêk tê û qasî 500 kes li gund dijîn, ji ber pevçûnên di salên 1980 û 1990'î, welatiyan ji gund koç kiriye. Hin malbatan koçî Ewropayê kir, sala çûyî li ser banga "Projeya Vegera Gund" gelek malbatan xwest vegerin gundê xwe.   BERÎ 3 SALAN BIRYARA VEGERÊ DAN   Gundê ku berî 100 salî hatiye avakirin, bi tevahî hatiye rûxandin, êzidiyên ku berî 3 salan li Ewrpyayê kom bûn. Ji bo gundê xwe ji nûve ava bikin, wekî destpêk biryar dan ku maleke 2 qatî ava bikin. Li ser biryarê hin êzidî vegeriyan bajêr û ji bo avakirina malan dest bi xebatan kirin. Keyayê gund Omer Yumuşak jî di nav de qasî 10 êzidî, ji bo destûra avakirina malan bigirin, serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayîn kirî dan.    DESTPÊKÊ GOTIN AVA BIKIN   Êzidiyan aşkera kir ku destpêkê gotine ku "Ji bo tapûya we tune em nikarin destûrnameyê bidin, lê hûn dikarin malên xwe yên rûxyayî ava bikin. Pirsgirêk tune", berî 2 mehan dest bi avahiyekê dikin. Dixwazin vê avahşyê di heman demê de dixwazin wekî mala şînê jî ava bikin. Gundî ji hêlekê ve ji bo tapuyên xwe bigirin, bi rêya parêzer serlêdanê jî dikin. Piştî înşaetê dest pê kir, li ser "gilîkirinê" ekîbên şaredariyê di 7'ê Cotmehê de diçin gund û înşaetê mohr dikin.   800 HEZAR EWRO XWESTIN, GEF LI WAN XWARIN   Ruxmê mohr kirinê jî êzidiyan xebatên avahiyê dewam kir, lê pirsgirêkên wan neqediyan. Êzidiyên ku biryara vegera gund dan û hatin serdana gundê xwe, gundê li nêzî gundê wan e û zêdehî cerdevan lê dimînin, gef li êzidiyan xwarin. Êzidiyan aşkera kir ku bi xebata avahiyê re gef û êrîşên li dijî wan zêde bûne, piştrast kirin ku 800 hezar ewro ji wan xwestine û gefa kuştinê li wan xwarine.   KEYA: BIRYARA QADA SÎT'Ê RANEGIHANDIN   Omer Yumuşak ji sala 2013'an vir ve keyatiya gund dike, pêvajoya zext û zordariyê vegot. Yumuşak aşkera kir ku bi dehan sal e tenê gundê êzidiyan bê tapu ye, lê ew bi biryar in ku gundê xwe ji nûve ava bikin. Yumuşak da zanîn ku 2 mêrgên aydê gund hene, biryara avakirin û vegerê biryara hemû gundiyan e. Yumuşak aşkera kir ku her çendî biryara vegerê gund dabin jî di sala 2013'an de erdê gundê wan wekî qada SÎT'ê îlan kirine, lê ev ji wan re nehatiye ragihandin.   ‘GEFÊ LI KARKERÊN ME DIXWEN’   Yumuşak destnîşan kir ku wan salên çûyî jî gundê xwe ziyaret kiriye, dîsa gef li wan hatiye xwarin, lê bi destpêkirina xebatê re gefên li dijî wan zêde bûne û wiha pê de çû: "Me bawer nekir ew qas gef zêde bin. Ji gundên Tilhesen û Kertwînê kesên bi navê O.D., M.A. û H.Ç. gefan li me dixwen. Tu mafên wan li ser me tune. Dema înşaetê dest pê kir, 800 hezar ewro xwestin. Li karkeran digerin û gefan li wan dixwen. Dîsa gotin heke hûn pere nedin em ê we bikujin."   ‘EM DIXWAZIN VEGERIN SER AXA XWE’   Yumuşak diyar kir ku H.Ç. gefa kuştinê li wan xwariye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "H.Ç. bavê Alîkarê Waliyê Mêrdînê Bahatîn Çelîk e û li ser kurê xwe re gefan dixwe. Dibêjin an hûnê pere bidin û an jî em nahêlin hûn karê xwe bikin. Divê her kes vê yekê bizanibe. Heke rewşeke dijî hiqûqê hebe bila tişta pêwîst bikin, lê me tiştekî derveyê hiqûqê nekiriye. Em dixwazin vegerin ser axa xwe. Em vê jî di çarçoveya qanûnan de dikin."   Yumuşak herî dawî xwest der barê kesên ku gefan li wan dixwen de lêpirsîn bê vekirin û da zanîn ku ji bo qeydên tapuyan çê bikin bi parêzeran serlêdanên wan dewam dikin.   MA / Gokhan Altay