Tirkiye dixwaze xeta sînor bêmirov bihêle 2019-07-01 11:54:13 DUHOK – Tirkiye di operasyona li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê zorê dikişîne. Tirkiye dixwaze herêmê bêmirov bike. Ji bo vê yekê çoltera sivîl lê dijîn tê bombeberankirin û li aliyê din jî bi rêya PDK’ê dixwazin gundan vala bikin.   Operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li dijî herêma Biradostê ku Xakûrkê jî di nav de ji 27’ê gulanê ve da destpêkirin didome. TSK di bejahiyê de ji bo pêşketinê zoriyan dikişîne û ji ber vê yekê bi operasyonên hewayî êrîş dike. Ev demeke herêmên gundiyan ango cihê sivîlan ên li çoltera Xakûrkê, Goşînê, Qendîl û Behdînan bombe dike. Operasyona hewayî ya bi balafiran pêk tê baxçe û zeviyên gundiyan dişewitin û sewalên wan tên kuştin.    Yek ji van herêmên bûn hedefa bombebaranê Kortek bû û ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Di destpêkê de li dijî qada Biradostê operasyon pêk dihatin û bi bombebaran hewayî re hema bêje li hemû herêmê belav bûye.    Tê gotin ku TSK li herêmê nikare operasyona bejahiyê li dar bixe û zorê dikişîne. Welatiyê herêmê radigihînin ku Tirkiye bi bombebarankirina qadên sivîlan dixwazin herêmê bêmirov bihêlin.    JI BO VALAKIRINA GUNDAN BERTÎLÊ TEKLÎF KIRINE    Hat zanîn ku di vê nokteyê de MÎT û PDK bi hev re hevkariyê dikin. Hat ragihandin ku rayedarên PDK’ê di çarçoveya hevkariya bi MÎT’ê re ku kirine çûne li herêmên Biradost, Behdînan û Metîna li gundan geriyane û xwestine welatî gundên xwe vala bikin. Her wiha ji gundiyan ra wehdê dê Tirkiye heqê zirara we bide we jî hat dayîn. Tê gotin ku dixwazin endamên MÎT’ê û eskerên bi cilên sivîl li herêmê bicih bikin.    TÊKETIN Û DERKETINA GUNDAN HAT QEDEXEKIRIN    Di encama van hewldanan de gundê Şeranîş yê li herêma Zaxoyê ku tevahiya nifûsê wê ji Xirîstiyanan pêk tê hat valakirin. Têketin û derketina ji gund hat qedexekirin. Her wiha têketin û derketina 200 gund û mezrayên mintiqayên Kewert, Elmûş, Muslok, Holê, Spiyanê, Xiznê, Dola Şûşanê û Guzereş yên girêdayî herêma Biradost, Xakûrkê û Metîna hatin qedexekirin.    Hat diyarkirin ku nokteyên eskerî li mintiqayên Lêlikan, Navmêrgan, Xelkere, Bilasinên, Xelifan, Geliyê Reş, Araqa, Xemê, Bizinê, Bênavok, Çinaro, Çiyayê Kitkîn, Reşmelê, Şapanê, Kanîreş, Qongre, Sosinê hatine avakirin.    EŞÎRAN BERTEK NÎŞAN DA DÊ AXA XWE TERK NEKIN    Eşîrên Zêbarî û Biradost yên li herêmê jî li dijî dagirkirina xaka xwe ne. Hin navên ji eşîra Zêbarî û Biradost diyar kirin ku ew ê bi tu awayî warên jiyana xwe terk nekin û li dijî êrîşan li ber xwe bidin.    Hat zanîn ku li dijî vê biryardayîna eşîran, MÎT’ê li herêmê dest bi xebatên îstîxbaratê kiriye. Çavkaniyên herêmê da zanîn ku dixwazin li herêmê tirsê û bêbaweriyê bixin nava eşîran û armanca wan ew e ku eşîran ji gundên wan derxin û dixwazin gelê herêmê bikin sîxûr.    MA / Erdogan Altan