Li dijî operasyonên dersînor bang 2019-07-01 10:31:31 SILÊMANÎ - Mamosta û rojnamegerên Soran bêdengiya hemberî operasyona TSK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe rexne kirin û diyar kirin ku armanca Tirkiyeyê hemû Kurdin û xwestin hemû xelk û bi taybet jî xelkê Balekayetî,  Bradost û Qendîlê xwepêşandan û çalakiyên mezin li dar bixin.   Operasyonên eskerî yên TSK'ê yên li Herêma Kurdistana Federe didomin. Li dijî operasyona dersînor a TSK'ê, Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê bêdeng in. Li ser vê mijarê mamostayên zanîngehê û rojnamegerên navçeya Soran a ser bi Silêmaniyê ji ROJNEWS'ê re axivîn.   'BÊDENGÎ DESTDIRÊJIYÊ ZÊDETIR DIKE'    Rojnameger Mihemed Çavşîn diyar kir ku dewleta Tirk weke hêcet PKK dide nîşandan û bombebaran li ser xelkê sivîl berdewam dike. Çavşîn, ani ziman ku êrîşên TSK'ê ji bilî ziyanên canî, ziyanek mezin ya aborî û jingehê jî dide niştecihên herêmê û wiha got: “Xelkê herêmê li ser mal û milkê xwe tên penaber kirin. Bêdengiya Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê li aliyeke, bêdengî û bê helwestiya civaka navnetewî aliyek dine. Ev bêdengiyane destê dewleta Tirk ya faşîst bihêztir dike. Dewleta Tirk ji ber vê bêdengiyê binpêkirin û destdirêjiyan ser Herêma Kurdistanê dike.”   'DIVÊ HIKÛMETA HERÊMÊ Û IRAQÊ BEDENG NEMÎNIN'    Mamostayê zanîngehê Mexdîd Hacî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe parve kirin û wiha got; “Pewîste Hikumeta Iraq û herêmê ji vê zêdetir bêdeng nemînin. Divê ji bo parastina xelkê û serweriya Iraqê xwedî helwestên cidî bin. Piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu ya ji bo Hewlêrê, hikumeta Tirkiyeyê êrîş û bombebaranên xwe zêde kir. Di demên dawî de jî zêdetirî xwe xelkê sivîl bûn qûrban. Divê ji bo ku li dijî dagirkerî û şehîd xistina welatiyan parlamenter, desthilatdarên Iraq û herêmê bên rexne kirin.”   DIVÊ HIKÛMET DESTÛR NEDE'   Mamostayek din yê bi navê Loqman Şilanî jî bertekên xwe wiha anîn ziman: "Dagirkeriya ser xaka Kurdistan û şehîd xistin xelkê sivîl, lewaziya Iraq û herêmê derdixe holê. Derdikeve holê, du hikumet nikarin welatiyên xwe bi parêzin. Pêwîste hikumet û desthilatdar ji bo ku karesatên bi vî awayî dûbare nebin, rê lê bigre” Mamosta Loqman di dawiyê de jî got; “Mixabin piştî karesata li Kortekê nerazîbunek mezin çênebû. Pêwîste êdî welatî bêdeng û bê helwest nemînin. Divê xelkê Kurdistan û bi taybet jî xelkê Balekayetî, Bradost û Qendîlê xwepêşdan û çalakiyên mezin lidarbixin.”