Bavê Mesûtoglûyê di greva birçîbûnê de: Komplo li kurê min çêkirin 2019-07-01 09:21:52 AMED - Şerîf Mesûtoglû ku navê wî di bûyera kuştina Qaymeqamê Dêrikê Mûstafa Safîturk de derbas dibe, ji 24'ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye. Bavê Mesûtoglû Mesût Çelîk diyar kir ku qaymeqam dema ku nelirêtiyeke li navçeyê lêkolîn kiriye hatiye kuştin û ji ber vê yekê komplo li kurê wî hatiye kirin.  Şerîf Mesûtoglû ku ji ber kuştina Mûhammed Fatîh Safîturk ku weke qeyyûm tayînî Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê hatibû kirin, hatiye girtin, ji 24'ê Hezîranê ve li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Mesûtoglû ji ber ku cezayê wî yên 2 muebbetên giran û 28 sal girtîgehê ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve lê hatibû birîn û di 22'ê Cotmeha 2018'an de ji aliyê Dadgeha Edliye Herêmî ya Dîlokê ve hatibû erêkirin, di 23'ê Cotmeha 2018'an de dest bi rojiya mirinê kiribû. Bi hewldanên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê, Mesûtoglû di roja 15'an de rojiya mirinê bi dawî kiribû. Mesûtoglû paşê biryara ku ji aliyê Dadgeha Edliye Herêmî ya Dîlokê ve hatibû erêkirin, bi van gotinan "Biryara ku hatiye dayîn ne hiqûqî ye, weke navê xwe zanim ku berhama fermanên ku hatine dayîne." rexne kir û di 14'ê Adara 2018'an de careke din dest bi rojiya mirinê kir û di 29'ê Adara 2018'an de dev jê berda.    Bavê Mesûtoglû Mesût Çelîk difikire ku di serê bûyerê de komplo li kurê wî hatiye kirin.    'KURÊ MIN QAYMEQAM NEKUŞTIYE'    Çelîk bi bîr xist ku kurê wî ji 24'ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye û bûyera kuştina qaymeqam wiha vegot: "Kurê min ku li qelama taybet dixebitî, dema êrîşê bi qaymeqam re di heman odeyê de bû. Dema bombe teqiya, li ser maseya 3 metre dirêj dixebitî. Bi teqîna bombeyê re her du jî birîndar dibin. Ji ber ku dûwar bi ser qaymeqam de hildiweşe nikare rabe. Dema ku kurê min bi halê xwe yê birîndar helw dide ku qaymeqam rizgar bike, serdarê polisan bi hinceta ku bombeya duyemin jî hebe destûr nade kurê min. Paşê qaymeqam bi ambûlansa ku 18 deqeyan dereng tê cihê bûyerê radikin nexweşxaneyê. Dema ku qaymeqam radikin nexweşxaneyê bijîjk dibêjin ku rewşa wî baş e. Paşê bi awayekî lezgîn ew radikin Nexweşxaneya Herêmê ya Dîlokê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Heke kurê min qaymeqam kuştibe diviya ku bi qasî 3 metreyan dûr ew jî bimira. Lê ji bo rizgarkirina qaymeqam tişta ji destê wî tê dike. Di vê navberê de odeya teqîn lê pêk hatiye, beriya dozger bê tê paqişkirin. Ev hemû ne agaşt, rast in."    'TELEFONA QAYMEQAM TUNEY'   Çelîk da zanîn ku di pêvajoya darizandinê de du caran bi bavê qaymeqam re axiviye û bavê qaymeqam jê re ev tişt gotiye: "Em zanin ku kurê te bêguneh e. Bila sûcdarên rasteqîn derkevin holê. Çelîk anî ziman ku kurê wî ji bo bidawîbûna bêhiqûqiya ku pêk hatiye û hestiyariya raya giştî ketiye greva birçîbûnê û wiha axivî: "Ji kuştina qaymeqam bigire heta pêvajoya darizandina kurê min pirsgirêka pere heye. Qaymeqam di demeke ku nêlirêtiya piştî girtina kampa 12 hezar kesî ku ji bo penaberan li Dêrikê hatibû çêkirin, derketibû holê û ji aliyê qaymeqamiyê ve dihat lêkolînkirin, hat kuştin. Telefon û qompîtura qaymeqam winda bûne û niha li holê tunene. Dema ku li malbata qaymeqam geriyam malbatê ragihand ku hê jî negihiştine wan. Li cihê ku bûyer lê pêk hatiye bi dehan kamere hene. Dîmenên yek ji van kamerayan jî nedane dadgehê.   'BILA FAÎLÊN RASTEQÎN BÊN GIRTIN'   Çelik bi bîr xist ku kurê wî li dijî bêhiqûqiyan li dadgehê laşê xwe da ber agir û 2 caran ketiye rojiya mirinê û ev bang kir: "Kurê min ku ji 24'ê Hezîranê ve di greva birçîbûnê de ye vê komployê qebûl nake. Kurê min li dijî bêhiqûqiyê li ber xwe dide. Divê saziyên sivîl ên civakî û raya giştî deng bidin vê yekê. Bila komploya hatiye kirin derkeve holê û faîlên rasteqîn bên girtin."