Girtiyê felç: Tecrîdê di nava tecridê de dijîm 2019-07-01 09:20:18 ÎZMÎR - Girtiyê felça zarokan ê li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê Ozgur Bektaşoglu, diyar kir ku tecrîdê di nava tecrîdê de dijî.  Ozgur Bektaşoglu yê 43 salî, bi felca zarokane, ji sedî 52 astengdar e û li Girtigeha Tipa T a Manisa girtî ye. Bektaşoglu, di 19'ê Heziranê de nameyek şand û bi rêya nameyê bal kişand ser îhlalên 2 salên dawî. Bektaşoglu, diyar kir heta niha 2 caran hatiye sewqkirin û li herdu girtîgehan jî li ser piyan jimartinê dide gardiyanan û wiha got: "Bi rojan rastî lêdanê hatim. Ji ber şertên qirêji ez bi vê nexweşiyê ketim. Dema ez ewil anîm Girtîgeha Tîpa T a Soke ez rastî lêgerîna tazî hatim. Her çend pir aşkere bû ku ez astengdar im jî dest danîn ser gopalê min. Dîsa bi hinceta pêlava min li dijî mevzuatê ye dest danîn ser. Pêlavek kevn dan min. Nivînên ku dan min jî xwîn û elem li ser hebûn. Ez di nava şert û mercên pir qirêj de mam. Di neynûkên min de mantar derketin û didomin. Gardiyan provoka dikin.    DI ROJÊN SAR DE LI ERDÊ RAZAN   Bektaşoglu, ani ziman ku ji ber nivînên qirêj û şert û mercên qirêj bi nexweşiya tuberkulozê ket û hêj tedawî dibe û wiha lê zêde kir: "Dema ez birim kawîşê ji xeynî min 12 kesên din hebûn. 2 roj şûnde 2 girtiyên din anîn kawîşê. Rojek şûnde kes hat berdan. Em 14 kes di kawîşek biçûk de girtî bûn. 2 kes li erdê radizan. Hewa pir zar bû û kalorifer nedixebitîn. Ji ber em li erdê zar radiketin em bi gelek nexweşî ketin. Bi zorê dixwestin em li ser piyan hêjmarê bidin. Dixwazin em li tenişta hev rêz bibin û bêjin 1-2-3-4... Zextên li ser me pir zêde bûn. Ez ewil li dijî teklîmê derketim. Piştî min îtîraz kir hevalên din jî ev yek îtîraz kirin. Pişti vê yekê nêzî 2 mehan em rastî tundiya gardiyanan hatin. Di nava hefteyekê de 3 caran lêgerîna zêde kirin. Hemû alav û amûrên me belav kirin. Herî dawî ji ber di hevdîtinê de neheqî li me kirin em îtîraz kir û cezayê dîsîplînê dan me. Cezayê hevalekî me 6 mehan dirêj kir."     'MIN JIMARTINA SER PIYAN RED KIR CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ DAN MIN'   Bektaşoglu, anî ziman ku ji ber xwarinên xerab dida wan di nava 6 mehan de ronahiya çavê wî kêm bû û wiha berdewam kir: "Dema ez çûm bijîşk gotin 'Çavê te tembel bûye' Berçavk dan min. Lê hêj berçavk nedan min di 10'ê nîsana 2018'an de ez û 5 kesên din sirgûnî Girtîgeha tîpa T ya Manîsayê kirin. Min berê bi dehan caran xwest min sewqî Girtîgehên Erzincan, Stenbol, Îzmîr, Aamed û Sîweregê bikin. Lê hemû daxwazên min red kirin.  Dema ez sewqî Manîsa kirim roja ewil ez rastî lêgerîna tazî hatim. Ewil em nexistin kawîşên siyasî. Piştî me daxwazname da û xwest me bişînin kawîşên siyasî vê carê jimartina liser piyan li me ferz kirin. Midûrê 2'emîn ê Girtîgehê Ekrem di jimartina sibehê de bi zorê ez radikirim ser piyan. Min ev yek qebûl nekir û îtîraz kir. Ji ber vê yekê her cara hatin jimartinê bi pêhn û kulman li min xistin û ez bi zorê rakirim ser piyan. Bi dehan caran cezayê dîsîplînê dan min. Min têkildarî îşkenceyê daxwazname ji dozgerî, Wezaret, TBMM  û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê re şand. Tenê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dengê min bihîst. Rojnameyên me dixwestin nedidan me."    'EM TECRÎDÊ DIJÎN'   Bektaşoglu, destnîşan kir ku ji ber rastî cezayê dîsîplînê hatin mafê telefon, name, hevdîtin, spor û hemû mafên civakî ji destê wan girtin û wiha axivî: “Me ji bo van pêkanînan serî li Hekîmê Înfazê ya Manîsayê da. Lê îtirazên me tev redkirin. Dozgerê Girtîgehê li dijî îtîraza me, li Dadgeha Cezayên Giran a Manîsayê îtîraz kir û ceza dan me. Me bi giştî nêzî 80 caran serî li Dadgeqa Qanûna Bingehîn da. Ceza li ser ceza dan me. Yê êrîşî me dikirin personelên taybet bûn. Ji eskerên berê û nijadperestan pêk dihatin. Midûr û dozger jî xwedî heman feraset bûn. Îşkenceya Tîmê A bi destê wan pêş diket. Ez her dem rastî cezayê dîsîplînê dihatim. Tecrîdê di nava tecrîdê de dijîm.  Minpêkirina mafan didome. Ji roja ewil gopalê min ji min stendine û hêj gopalên min nadin min. Ev jî perçeyekî îşkenceya fîzîkî ye. Her ku em îtîraz dikin îşkenceyek nû didin destpekirin. Dema ez li Soke bûm diviya bû berçav bidin min. Lê ji ber ez sevk kirim berçavk nedan min. Dema ez sewqî Manîsa kirim, min xwest ji bo çavan min sewqî revîrê bikin. Li gel ku bijîşk sewq nivîsî jî heta 2 mehan ez dernexistim revîrê. Dawiyê neçar man ku min Sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsa bikin.  Dema ez nû hatim girtîgehê ez 86 kilo bûm. Niha ez 65 kilo me. Ez her dem kîlo didim."