Waliyê Colemêrgê 5 herêm ji ketin û derketinê re qedexe kir 2019-07-01 09:04:58 COLEMÊRG - Waliyê Colemêrgê li Colemêrgê 5 herêm ji bo 15 rojan ji ketin û derketinê re qedexe kir.  Walîtiya Colemêrgê 5 herêmên li navenda Colemêrgê ji bo 15 rojan bi hinceta "ewlehiyê" ji ketin û derketina mirovan re qedexe kir. Walîtiya Colemêrgê têkildarî sedema qedexekirinê daxuyanî da û got: "Li gorî zagona 2565'an ya Herêma Ewlehî û Eskerî ya qedexe li 5 herêmên girêdayî Navçeya Gever, Çelê, Şemzînan û Rûbarokê yên Colemêrgê heta 15 rojan (di navbera 01-15 Tîrmeha 2019'an de ji ketin û derketina mirovan re hatiye qedexekirin.