3 sal û mehek ceza dan rojnameger Guven 2017-11-21 12:33:54 STENBOL – Li Gerînendeyê Weşana Giştî yê Cumhuriyet.com.tr Oguz Guven 3 sal û mehek cazeyê girtîgehê hat birîn. Guven got: “Rojnameger bê bêdengkirin, dê dengê gel û demokrasi jî bêdeng bibe.”  Li Gerînendeyê Weşana Giştî yê malpera înternetê ya rojnameya cumhuriyet.com.tr Oguz Guven ê ku li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî Serdozger Mustafa Alper îdianameya ewil a FETO amade kiribû parve kir doz hat vekirin. Biryara doza Guven li Dadgeha Cezayê Giran a 28’emîn a Stenbolê hat dîtin. Dozê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û gelek rojnameger û parêzer beşdarî dozê bûn.    'ROJNAMEGER BÊDENG BIBE DENGÊ GEL JÎ BÊDENG DIBE’    Guven di dozê de parastina xwe kir û got: “Birêz serok û endamên dadgehê, 35 sal in ez rojnameger im. Min bi nûçegihanê dest bi rojnamegeriyê kir û ev 20 sal e di pîşeya xwe de rêveberiyê dikim. 35 sal e ji bilî çêkirina nûçeyan min riya edliyê nizanibû. Lê ev 7 meh in ez û hevalên min li riya girtîgehan û korîdorên edliyan diçin û tên. Sedemê vê yekê jî ew e ku em rastiyê dikin nûçe û muxalefetiya desthilatdariyê dikin. Azadiya raman û îfadeyê jênevegera demokrasiyê ye. Rojnameger bê bêdengkirin, dê dengê gel û demokrasi jî bêdeng bibe.”    Piştî parastina parêzeran û navberdayîna dozê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir. Heyetê bi sûcdariya “Propagandaya FETO” salek, 10 meh û 15 roj û bi sûcdariya “Daxuyaniyên rêxistinên terorê weşandin” jî salek, 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê li Guven birî.