Davutoglu: AKP ne partiya yek kesî yeÊdî hûn nikarin rê li pêş perçekirine bigirin 2019-06-30 13:04:25   XARPÊT - Serokwezîrê Berê Ahmet Davutoglu, têkildarî têkçûna AKP'ê axivî û got: "Ger ku ji bingeha partiyekê girseyên mezin biqetin hûn mirovan bi çi tehdît bikin û bitirsînin jî, hûn nikarin rê li pêş perçebûnê bigirin."    Piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan nû bû Serokomar Ahmet Davutoglu bû Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîrê Tirkiye. Piştî serokwezîrtiya Ahmet Davutoglu ji destê wî hat girtin û li şûna wî Bînalî Yildirim hat hilbijartin niqaşên ku Davutoglu partiyek nû ava bike hat rojevê. Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, di hevdîtina Dostên Dila ya li Xarpêtê de bal kişand ser encama hilbijartina piştî 31'ê Hezîranê û 23'ê Hezîranê û pêşeroja AKP'ê. Davutoglu, bal kişand ser windakirina AKP'ê ya Şaredariya Stenbolê û wiha got: "Ger ku Ak Partiyê dîsa bi 800 hezar deng hilbijartin winda kir, berpirsiyarê vê yekê ew kesên di gotin û pratîkê de di sinc û jiyana siyasî de bi awayekî cîddî bûne sedem ku ji xetê derkevin. Pêdivî ji dostên dilan heye. Ji kesên ji dil ji hev hez dikin, ji dil hev silav dikin heye. Ne kesên şan û şohreta xwe, mal û milkên xwe derxin pêş. Pêdivî ji yên dildariyê esas digirin û ji dil hev silav dikin heye. Siyaseta navxweyî ya Tirkiye di sînorê pir krîtîk re derbas dibe. Divê bêtir em bi axivin bibin yek û li hev helal bikin. Divê em muhasebe bikin. Krîz rê li pêş muhasebeyê digire. Muhase û rû bi rûbun deranê krîzan e. Em rastî ji xetderketinên ciddî hatin. Divê em bi wêrekî li pêş xwe binerin.  Binerin tevger û partiyên siyasî ji bingeha xwe de perçe nabin. Ger ku ji jor de perçebûn hebe ne pirsgirêk e. Lê ger ku ji bingeha xwe de perçe bûbin wê demê pirsgirêkên ciddî hene. Ger ku ji sedî 15 girse qut bûbe û çûbe cihekî din tu kes nikare rê li pêş wê bigire. Di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de me ji sedî 49,5 deng stend. Niha wekî îtîfaqa Cumhur ji sedî 44 deng distîne. Ji sedî 8 û 10 dengê MHP'ê nin. Wê demê rêjeya AKP'ê daketiye ji sedî 34'an. Divê pirsa 'Me çi şaşî kir ku partî ew qas paşve çû û ew qas qutbûn çêbû? bê pirsîn."    'PÊDIVÎ BI SIYASETEK NÛ HEYE'     Davutoglu, diyar kir ku îro ne roja bêdengiyê ye û wiha got: Îro ne roja bêdengiyê ye. Me çi şaşî kir ku em hatin vir? Bi gotina 'Ev kes û ew kes ji partiyê qut nebûba em nedihatin vê rewşê' pirsgirêk çareser nabe. Ger ku ji bingeha partiyekê girseyên mezin biqetin hûn mirovan bi çi tehdît bikin û bitirsînin jî, hûn nikarin rê li pêş perçebûnê bigirin. Ez dika dikim werin em bi axivin. Pêdivî bi siyasetek nû heye. Edalet wisa kutan êdî mirov baweriya xwe bi dadê nîne. Êdî edaletê wezna xwe winda kir. Welatê me di nava krîzek pir mezin de ye. Em li dijî vê yekê têkoşînek mezin didin."