Ji Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniya Kortekê 2019-06-30 10:15:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku şert û merc çi dibib bila bibin bomberdûmanên Tirkiyeyê yên li hemberî Iraqê nayên qebûlkirin.   Wezareta Karên Derve ya Iraqê, têkildarî êrîşa hewayî ya Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) ku di 27'ê Hezîranê de li dijî herêma Kortekê ya girêdayî Qandîlê pêk anî û di encamê de 3 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û 5 kesên sivîl birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî da. Wezaretê ragihand ku şert û merc çi dibib bila bibin bomberdûmanên Tirkiyeyê yên li hemberî Iraqê nayên qebûlkirin. Wezaretê her wiha ji bo ku xesarê neda têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku êrîşên xwe yên yek alî rawestîne û hurmetê nişanî serweriya Iraqê bide.