Orhan: Sirgûnkirina mamosteyê bi kurdî axivî nayê qebûlkirin 2019-06-30 09:05:21   WAN - Parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan, sirgûnkirina mamoste Medenî Orûç ku ji ber bi kurdî axivî hat sirgûnkirin, rexne kir û got: "Bînalî Yildirim tê Amedê gelê Amedê bi kurdî silav dike û behsa 'kurd' û 'Kurdistanê' dike, lê  mamosteyek ji ber bi kurdî axiviye tê sirgûnkirin. Ev nakokî ye."    Li Navçeya Artemêtan a Wanê, li Dibistana Seretayî ya Ferît Melen ji ber mamosteyê seretayî Medenî Orûç bi kurdî axivî, der barê wî de lêpirsîn hatibû vekirin û paşê hat sirgûnkirin. Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan bertek nîşanî vê yekê da.    Orhan, anî ziman ku li dibistanan kurdî dersa hilbijartî ye, lê belê mamosteyek ji ber bi kurdî diaxive tê sirgûnkirin. Orhan, diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin û bang ki Wezareta Perwedehiya Netewî kir ku demildest biryara sirgûnkirinê bide sekinandin.    'CIHÊ ŞERMÊ YE'   Orhan, ji bo pêkanînên bi vî rengî yên li hemberî kurdî got "cihê şermê ye". Orhan, destnîşan kir ku tê gotin piştî weliyê xwendekarekî gilî dike mamoste tê sirgûnkirin û got: "Lê belê di lêkolînên hatin kirin de tu welî ne bi devkî ne jî bi nivîskî gilî nekirine. Weliyê tê gotin gilî kiriye jî, diyar kiriye ku wî tiştekî wisa nekiriye û ji bo vê daxwazname ji wearetê re şandiye. Lê belê hevalê me yê mamsote hat sirgûnkirin."    Orhan, anî ziman ku li herêmeke ku zêde kurdî lê tê axaftin, axaftina bi kurdî ya mamosteyekî pir asayî ye û ev pêkanînên antî demokratîk bi tu awayî nayên qebûlkirin. Orhan, got: "Me ev yek li qadên cuda jî anî ziman. Divê rojek berî rojekê dawî li van pêkanînên bêhiqûqî bê. Divê dewlet êdî dev ji van polîtîkayên xwe yên dudilî berde. Rayedarên dewletê, serkomar, Bînalî Yildirim tê Amedê an jî deverên din û dibêjin kurdî serbest e û bi kurdî gel silav dike, behsa 'kurdan' û 'Kurdistanê' dike, lê belê sirf mamosteyek bi kurdî axiviye hatiye sirgûnkirin. Ev nakokî ye. Demildest divê dev ji van polîtîkayên dudilî bê berdan."