Orhan Dogan hat bibîranîn 2019-06-29 20:02:11   ŞIRNEX - Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan, li Cizîrê li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay axivî û got: "Em bêyî te kêm in."    Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan ku di 24'ê Hezîrana 2007'an de dema li Bazîdê di Mîhrîcana Çand û Hunerê a Ehmedê Xanî de diaxivî qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da, di salvegera 12'emîn a koçbûyîna xwe de li Cizîr a Şirnexê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat Dogan, Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay, Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Azad Bariş, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Endamê Meclîsa KCD'ê Selîm sadak, hevşaredarên HDP'î, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn.    'EM BÊYÎ TE PIR KÊM IN'    Di bîranînê de Hevberdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay axivî. Kûbîlay, diyar kir ku wî Dogan nas kiriye û got: "Bi rastî jî naskirina Orhan Dogan û axaftina pê re ciyawaziyek bû. Ji ber min wî nas kiriye bisiûd im." Kûbîlay, destnîşan kir ku Dogan mirovekî aştîxwaz bû û got: "Di şexsê Orhan Dogan de bang li îktîdar û muxalefeta ku di şer û şidetê de israr dike dikim: Werin em bi hev re vê komarê li ser asasê mafên wekheviyî bi taç bikin. Li ser asasên welatîbûyîna welhev Komara Demokratîk ava bikin."    Kûbîlay ku got "Eger îro di fîktiyata HDP'ê de aştî tê bilêvkirin, yek ji mîmarên vê Orhan Dogan e. Loma hêja Orhan Dogan em bêyî te pir kêm in" ji hevşaredaaran xwest ku peykerê ji aliyê qeyûman ve hatiye rakirin dîsa bi cih bikin.    Ppiştî bîranînê Kûbîlay, Bariş û Kaçmaz, çûn serdana gora Binevş Egal ku di 16'ê Çileya 1989'an de di operasyona avêtina ser malê de jiyana xwe ji dest dabû û bibû sembola Newrozê.