Dest danîn ser wesayîta meqamê ya Şaredariya Panosê 2019-06-29 18:07:23   AGIRÎ - Bi hinceta "bihecz e" polîsan dest danî ser wesayîta meqamî ya Şaredariya HDP'î ya Panosê.    Wesayîta meqamî ya Şaredariya Panos a Agiriyê, li hêla Îdirê hat sekinandin û hat desteserkirin. Polîsên wesayît dan sekinandin, bi hinceta bihecz e dest danîn ser wesayîtê û wê birin Fermandariya Cendirmeyan a Sûverenê.    'BIRYAREKE SIYASÎ YE'    Hevşaredara Panosê Muşerref Geçer, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ji bo tev li mîhrîcana li Îdirê bibin ketine rê, lê belê li Noqteya Kontrolkirinê ya Sûverenê hatine sekinandin û bi hinceta hecz li ser wesayîtê heye wesayît hatiye desteserkirin. Geçer, bilêv kir ku ev biryareke siyasî ye û got: "Berê ev wesayît hîbeyî şaredariya AKP'î ya Dedeliyê hatibû kirin. Piştî di hilbijartinê de em bi ser ketin, me wesayît ji wan stand. Heta niha tu pirsgirêk tune bûn, lê piştî me wesayît ji Şaredariay Dedeliyê stand pirsgirêk derket."